Jinên kurd ên li Rusyayê ji bo Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin
- 14:06 13 Gulan 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên kurd ên li bajarê Krasnodar ê Rûsyayê dijîn, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Jinên kurd ên li bajarê Krasnodar ê Rûsyayê dijîn, ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyanî dan. Li ser navê jinan daxuyanî ji aliyê Besê Mihemed ve hat xwendin. Besê bal kişand ser pêkanînên li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û armanca komploya naventeweyî.
Di daxuyaniyê de hat diayrkirin ku jinên kurd tu carî tecrîda li ser Abdullah Ocalan qebûl nakiin û heta dawiyê wê li dijî vê tecrîdê têbikoşin.
Daxuyanî bi dirûşmên ji bo Azadiya Ocala bi dawî bû.