'Êdî tu kes wê nikaribe me nezan bihesibîne'

  • 13:13 13 Gulan 2018
  • Rojane
Orıvan Ebdo/Veyan Said
 
ŞENGAL - Dewreya  perwerdê ya Şehîd Binevş ku ji hela TAJÊ ve  di 1'ê Gulanê de hatibû despêkirin  bi dawî bû.
 
Piştî fermana 3'yemîn a Tebaxa 2014'an şûnde perwerdeya xweser ku ji bo jinên Şengalî ji hela TAJÊ ve dem bi dem tê dayîn dewreya herî dawî ya bi navê dewreya Şehîd Binveş jî serkeftî bi dawî bû. 
 
Dewreya herî dawî ya bi navê dewreya Şehîd Binveş ku ji bo jinên êzidî li Şengalê hat di 1'ê Gulanê de hatibû destpêkriin serkeftî bi şahiyekê bi dawî bû. Di dewreya perwerdê ya bin navê Şehîd Binevş ku hat dayîn de mijarên wekî di dîroka jinê de rola jinên êzidî, rêxstinkirin, di rastîya civaka êzidî de girîngîya jinê û di van hemû mijaran de nêzîkatîya Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocelan a di mijarên pêşketina jinê de hatin dest girtin.
 
'Em êdî xwedî hişmeniya azadî û rêxitinê ne'
 
Di şahiya ku ji bo bidawîkirina perwerdeyê hat kirin de Hevseroka Desteya Rêveberiya Şengalê Zehra Silêman derbarê girîngîya vê rojê de axivî û da diyar kirin kû ev dewre ji bo jinên êzidî xwedî wateyeke cûda ye û wiha berdewam kir "Despêkê ez hemû hevalên xwe yên jin kû di vê perwedê de cîh girtine pîroz dikim. Perwede ji bo me jinên êzidî  ku wekî  Rêber Apo jî dibêje 'ji nan û avê jî girîngtir e'. Kombûna evqas jin ku bi armanca perwerdeyê hatin gel hev û xew pêşv e birin li hemberî li hemberî hişmendiya pergala baviksalar seknek û bersiveke xwurt e. Em hevîdarin kû pewerde ne tenê di hinek dem û cîhan de bimîne kesên ku li vê derê perwede dîtin bi berpirsiyariya xwe rabin û ew jî derdora xwe perwerde bikin. Ez dûbare serkeftinê ji hemû hevalên xwe yên jin re dixwazim. Wê edî tû kes jinên êzidî nikaribe nezan bihesibîne. Em edî xwedî fikreke azadiyê, rêxistinê û parastinê ne."
 
'Perwerde ji bo me pir girîng e'
 
Her wiha mamoste Helîme Şengalî jî axivî û wiha got " Perwedeya kû me bi hevalê xwe re dît ji bo me pir girîng bû û me ji bo xwe erînî nirxand. Em ê bi rihekî ku jina perwede kirî dikare xwe û civaka xwe li hemberî hemû êrîşan biparêze tevbigerin. Em ê karibin hîn baştir xizmeta gelê xwe bikin. Ez serkeftinê ji hemû hevalên xwe re dixwazim."
 
Şahî piîştî axafitinan bi stran û govendê bi dawî bû.