Li Agiriyê mirina jinekê ya bi gûman
- 11:12 13 Gulan 2018
- Rojane
AGIRÎ - Li Bazîda Agiriyê jina bi navê Hîvda Kumza a 4 mehî ducanî ku hat îdakirin întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da.
Li Bazîda Agiriyê jina bi navê Hîvda Kumza ya 4 mehî ducanî ku hat îdakirin întîhar kiriye. Hêvda berî bi 7 mehan bi mêrê bi navê K.K. re ku hatibû zewicandin bi ambulansê rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê û ji wê jî rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Yakutiyeyê .Hîvda ya ku li beşa zayînê girtin bin lênêrtinê vê sibehê jiyana xwe ji dest da.
Piştî ku cenazeyê Hîvdayê li Morga Tipa Edlî ya Erziromê hat otopsî kirin birin gundê wê û li wê piştî mearsîma cenaze hat definkirin.
Malbata Hîvdayî diyar kir ku mirina wê bi guman e lê nehat zanîn ku derbarê bûyerê de lêkpirsîn hatiye destpêkirin an jî nehatiye destpêkirin.