Li Bursayê jinek hat qetilkirin

  • 11:03 13 Gulan 2018
  • Rojane
BURSA - Li Osmangaziyê mêrê bi navê Dogan S. jina bi navê Hulya B. qetil kir.
 
Li navçeya Osmangazî ya Bursayê mêrê bi navê Dogan S. jina bi navê Hulya B. bi giranî birîdar kir û hevalên Hulya B. ku hatin cihê bûyerê Dogan S. derb kir.  Li ser agahdarkrina kesên derdorê polîs û tîma tendirûstiyê hatin cihê bûyer.  Hulya B. ya ku rakirin Nexweşxaneya Çekîrge ya Dewletê jiyana xwe ji dest da.
 
Dogan B. ê ku hat birîndarkirin piştî mudaxeleya destpêkê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Muradiyeyê.