Dayikên kurd vê salê jî Roja Dayikan li ser gorên zarokên xwe pêşwazî kirin
- 10:49 13 Gulan 2018
- Rojane
AMED - Dayikên kurd ku wekî her salê vê salê jî Roja Dayikan li se gorên zarokên xwe bi xemgînî pêşwazî kirin, diyar kirin ku li dijî dewleta zaroên wan ji wan girt hêrsa wan berdewam dike lê ji bo ku dayikên din bêyî zarokên xwe nemînin daxwaza xwe ya aştiyê berdewam dikin.
Wekî her salê vê salê jî Roja Dayikan li Kurdistanê bi xemgînê tê pêşwazîkirin. Jinên kurd li gel hovîtî û zilma ku tê kirin jî dest ji daxwaza xwe ya aştiyê bernadin. Dayika şervana YJA Starê Zelal Kartal (Têkoşîn Amed) ku di 10'ê Îlona 2017'an de jiyana xwe ji dest da Afîfe Kartal wiha got: "Têkoşînê di her Roja Dayikan de dihat û min pîroz dikir. Lê çû û 8 salan min wê nedît. Lê dema ku keça cîrana me dihat di Roja Dayikan de dayika xwe pîroz dikir bê hemdê xwe min rûyê xwe ji wan di guhert û ez digiriyam. Min di got qey ji dilê min tiştek diqete û çavên min her li derî bûn. 8 Roja Dayikan derbas bû û min 8 salan ew nedît. Ez ê vê salê herim ser gora keça xwe ya şehîd û bibêjim rabe roja min pîroz bike."
'Dayikek jî dikare xwe yetîm hîs bike'
Dayika Çekwar Çubuk ê ku dema xwest ji Sûra di bin dorpêçê de ye derkeve û ji aliyê leşkerên tirk ve hat qetilkirin jî Netîce Çubuk diyar kir ku lawê wê di her Roja Dayikan de dihat gel wê û diyariya ku bi keda destê xwe hildiberand diyariyê wê dikir. Netîce di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: " Di roja dayikan de dihat û ez hembêz dikirim. Herî dawî ji min re şûşeyên çayê anîbûn û digot 'em ê bi van bi hev re çayê vexwin'. Lê em bi hev re rûneniştin û me çayê venexwar. Me dayikan her aştî xwest .Ez naxwazim ku tu dayik vê êşê bijîn. Daxwaza minm ev e. Roja Dayikan ne ji bo me ye. Ji ber ku zarokên me ne li cem me ne."
'Ji girî rondikên çavên min zuha bûn'
Dayika Mahsûm Gurkan ê ku di serdema îlankirina xwerêvbirinê de li Amedê jiyana xwe ji dest da Şenay Gurakn jî bi daxwaza ku bila êdî dayik negirîn dest bi axafitna xwe kir û ev tişt got: "Ez di tevahiya jiyana xwe de giriyam. Bila êdî tu dayik negirîn, bi la zarok neyên kuştin û bila girtin û binçavkirin bi dawî bibin . Em aştiyê dixwazin ji bo ku êdî dayik negirîn."
'Dixwazim ev zilm bi dawî bibe'
Dayika Ferîd Oner ê ku di şerê li dijî DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest da Havva Oner jî pirsa ku wê dewlet kengî dest ji zilma li gelê krud dike berde kir û wiha axivî: "Bila êdî tu kes êşê nekişîne. Dewlet zilmê li Gelê Kurd dike. Her çend ku roja dayikan jî be ez lawê xwe nabînim û nema dibînim. Li gel vê hemû zilmê em aştiyê dixwazin. Bila êdî tu kes neyê kuştin û dilê tu dayikan neêşe. Bia ev zordestî bi dawî bibe."