Hogir Kayran ê ku li Nisêbînê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
- 10:18 13 Gulan 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Hogir Kayran ê ku li Nisêbînê li qada hafriyatê di encama cismê ku teqiya de jiyana xwe ji dest da, piştî karê optopsiyê yê li ser bedena wî hat definkirin.
Li Nisêbîna Mêrdînê zarokê 11 salê ê bi navê Hogir Kayran ku sewal diçêrandin li qada hafriyatê di encama cisê ku teqiya de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Hogir ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Piştî ku cenazeyê Hogir hat optopsîkirin ji aliym malbatê ve birin Nisêbînê û li goristana Morîs hat definkirin.