Hevşaredara girtî: Li Osmaniyê îşkence û sûcê mirovahiyê tê jiyîn
- 09:04 13 Gulan 2018
- Rojane
OSMANIYE- Hevşaredara Pasûrê Sadiye Suer Baran ya girtî binpêkirinên mafan ên li girtîgeha Osmaniyeyê vegot. Sadiyeyê got parêzer jî nikarin biçin girtîgehê, ew tenê hiştine û wiha got: “Ger xwedî derketin tune be wê hîn bêtir xera bibe. Li vir rumeta mirovan di bin lingan de ye.”
Hevşaredara Pasûrê Sadiye Suer Baran ya li girtîgeha Osmaniyê dimîne, binpêkirinên mafan yên li girtîgehê bi hevkariya JINNEWS’ê vegot.
Di têketina girtîgehê de îşkence
Sadiyeyê bi lêv kir ku di 20’ê Nîsanê de ew birine Osmaniyê û çawa ji girtîgehê derxistine birine wesayîta rîngê rastî tacîza devkî ya gardiyanan hatiye û wiha pê de çû: “Gardiyanên jin gotin ‘biçe bila Osmaniyê bi ser serê te ve hilweşînin’. Çawa çûm Osmaniyê ez birim odeyek biçûk. Ez kirim quncikê û gotin xwe tazî bike. Ez li dijî vê derketim û bi ser min de hatin. Min got ‘hun min bikujin jî ez xwe tazî nakim’. Nîqaş derket û gazî gardiyanên mêr kirin. Wan jî got çare nîne divê xwe tazî bike. Gardiyanên jin ez neçar kirim. Piştî min tazî kirin gotin ‘rabe rune rabe rune’. Ez li dijî derketim vê carê bi doktor ez tehdîd kirim. Alavên min bincilkên min hemû di bin çavdêriya gardiyan de kontrol kirin. Ez li dijî vê derketim mêran ruyê xwe da alî din.
‘Her roj em rastî êrîşan tên’
Rojê sê caran jimartinê dikin. bi milê me digirin û bi zorê dibin hewdankê. Em li qawîşê çar heval in. Em her roj bi êrîşa fîzîkî û devkî ya gardiyanan re tên rû hev. Niha 11 roj cezayê min yê hucreyê heye. mehek hevdîtina bi malbatê re mehek mafê ragîhandinê û mehek jî qedexeya bernameyan heye.
Tehdîda ‘emê tolê bigirin’
Hevala min Helîn Yapici ku ji dosya Sûrê girtiye, salek qedexeya hevdîtina wê heye. 57 roj cezayê hucreyê lê hatiye birîn. Melîs Teksan ya ji dosya Nisêbînê girtiye salek bi malbatê re nikare hevdîtinê bike. Hîna salek wê jî heye. Leyla Elmas jî salek cezayê hevdîtinê û cezayên wê yên hucreyê heye. Ji hevalên vir re beriya ez bêm gotine ‘Hunê hêza Tirkan bibînin,em ê tolê ji we bigirin'.
‘Parêzer nayên’
Ez vekirî bêjim; êdî naxwazim tenê ji koxuşê derkevim. Em bi hev re ji bo revîrê tên nivîsîn. Li dijî van pêkanînan parêzer nayê rewşê napirsin. Heval tenê hatine hiştin. Ez dubare dikim. Ger xwedî li me neyê derketin wê rewş ne baş be. Min di runiştina xwe ya 24’ê Nîsanê de got. Lê parêzeran zehmet nekir û nehatin. Rumeta mirovahiyê li vir di bin lingan de ye.”