Jina li dijî hemû astengiyan dest ji xeyalên xwe berneda: Semane Mîrzayî
- 09:02 13 Gulan 2018
- Rojane
Zeynep Durgut
WAN-Li Rojhilatê Kurdîstanê ji ber ku di bin serweriya rejîma Îranê de ye hemû qadên jiyanê li jinan qedexe ne. Li hemberî zordestiya rejîmê bêgûman bersiveke jinên berxwedêr jî heye. Yek ji van jî şanoger Semane Mîrzayî ango ‘Edûl e' ku li dijî hemû zordestiyên rejîmê li dû xeyalên xwe ye.
Li Rojhilatê Kurdîstanê ji aliyê rejîma Îranê ve li hemû qadên jiyanê yên civakî amfê jiyanê li jinan hatiye qedexekirin. Rejîma Îranê ku bi binpêkirina mafên jinan û tengavkirin civakê tê zanîn bêgûman herî zêde bandora xwe li ser jiyana jinan dike. Şanoger Semane Mîrzayî a ku li Rojhilatê Kurdîstanê ji bajarê Urmiyeyê xeyala xwe ya şanogeriyê di şanoya Textereş de pêk tîne û li hemberî hişmendiya zordest li ber xwe dide derbarê xebata li qada civakî de ku ji aliyê rejîmê ve li jinan hatiye qedexekirin de nirxandin kir.
'Li dijî şermdîtina şanoya ya ji bo jinan bersîva min heye'
Şanoger Semane der tevgera rejîma Îranî ya li dijî jinan û li rojhilatê Kurdistanê qedexekirina şanoyê ya ji aliyê heman rejîmê ve nirxandin kir.Semaneyê wiha axivi;”Ez li bajarê rojhilatê Kurdîstanê li Urmiyeyê dijim. Ev 2 sal e ez şanogeriyê dikim. Ji zarokatiya xwe û hetanî niha min dixwest ku ez şanogeriyê bikim. Tenê xeyaleke min hebû ku ew jî şanogerî bû. Li Rojhilatê Kurdîstanê ji aliyê rejîmê ve êrîş û zordestiyeke mezin li dijî jinan heye. Hemû qadên civakî li jinan qedexe ne. Ji ber zextên rejîmê ku dike malbata min ne dixwast ku ez şanogeriyê bikim. Ji ber ku ew jî di bin bandora rejîme de diman wan jî şanogerî şerm didît. Ev prensîbên zordestiyê yên rejîma Îranê tenê ji bo jinan derbasdar in. Bêgûman li hemberî şerimdîtina şanoyê bersivek min a bi hêz hebû. Min digot çi dibe bila bibe ez ê di şanoyê de cih bigirim. Ji ber ku divê mirov li pey xeyalên xwe biçe. Qedexekirina xeyalan, nenaskirina hêmanên mirovahiyê ye. “
‘Min bi dijî dest bi şanogeriyê kir’
Semaneyê di berdewamiya axiftina xwe bal kişand ser têkoşîn û hêza jinan û got ku hêza jinê dikare vê hişmendiya zordest a li dijî jinê tune bike û wiha domand:”Ew hêza jinan heye ku dikarin li hemû qadên civakî xwe pêşve bibin û li dû xeyalên xwe biçin. Em ne mecburîn ku her daxwazeke rejîmê bînîn cih. Zordestî, desthilatdarî ji hişmendiya koledariyê tê. Li ku derê mafên jinan bên binpêkirin ew der cihê herî lenetkiri ye. Li Rojhilatê Kurdîstanê jinên ku li gorî daxwazên rejîmê tevnegerin û serî rakin tê darizandin û ev dijderketina rejîmê dikare jinê heta sêdarê jî bibe. Ji ber vê bi salan e ez bêyî agahiya rejîmê şanogeriyê dikim. Ez dizanim ku hêza me jinan têra şerê vê hişmendiyê heye. Heta mirinê mirov nikare di bin zordestiyê de bijî. Yan tu yê li ber xwe bidî yan jî her roj tu yê bimrî. Ji ber vê jî ez tê gihîştim ku tişta rast berxwedan e. Ne qebûlkirina bindestiyê ye. Li rojhilatê Kurdistanê huner gelek bi pêş ve ketiye. Lê mixabin di vê hûnerê de jin tune ye. Ji ber ku cih girtina jinan qedexeye lê divê êdî em jin ji qedexeyê re bibêjin êdî bes e.”
‘Di her lîstikê de bi rola Edûlê ez careke din zindî dibûm’
Semaneyê herî dawî anî ziman ku wê heyanî niha di gelek listîkên bi nav û dengek de cih girtiye û wiha pê de çû; " Li gel hemû qedexeyan min salekê perwerdehiya Şanoyê dît. Ez bi derhinerên herî serkeftî re xebitîm. Ji ber perwerdeya bi hêz a van derhineran ez di şanoyê de zû bi pêş ketim. Min cara yekem di lîstika bi navê ‘Derweş û Edûl’ de cih girt. Di wê listîkê de jî min 2 rol dilîstin. Rola sereke Edûlê bû. Gava ku derhêner ez ji bo rola Edûlê pêşniyar kirim, ez hem kêfxweş bûm hem jî matmayî mam. Ji ber ku min digot ez nikarim bikem. Lê hewla min û nêrîna Derhêner encam da. Min ev pêşniyar qebûl kir. Edûlê ji bo min jineke pir taybet û cuda bû. Di Her lîstîna rola Edûlê de ez ji nû ve zindî dibûm. Edûlê jî jineke evîndar û têkoşer e. Lê malbata wê li dijî evîna Edûlê û Derwêş e. Min rola Edûlê gelek nêzîkî rewşa xwe dît. Ez bang li her jinekê dikim ku dev ji armancên xwe û xeyalên xwe bernede. Ez dibêjim ku dema jin bixwaze tiştekî nikaribe bike tune ye. “