ROJEVA 13'Ê GULANA 2018'AN
- 09:00 13 Gulan 2018
- Rojev
*Bi armanca 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hezkiriyên zimanê Kurdî diyar kirin ku bi salane hikûmeta tirk êrîşî zimanê wan dike û gotin ew dixwazin bi zimanê kurdî perwerdeyê bibînin û bijîn. BI DÎMEN
*Li Rojhilatê Kurdîstanê ji ber ku di bin serweriya rejîma Îranê de ye hemû qadên jiyanê li jinan qedexe ne. Li hemberî zordestiya rejîmê bêgûman bersiveke jinên berxwedêr jî heye. Yek ji van jî şanoger Semane Mîrzayî ango ‘Edûl e' ku li dijî hemû zordestiyên rejîmê li dû xeyalên xwe ye. BI DÎMEN
*Nisêbîna ku ji Newroza 92’an heta îşan kirina rêveberiyên xweser navê xwe li dîroka berxwedanê nivîsî ji bo 24’ê Hezîranê amadekariyan dike û jinan got wê bi heman rihê biçin ser sindoqan. BI DÎMEN
*Hevşaredara Pasûrê Sadiye Suer Baran ya girtî binpêkirinên mafan ên li girtîgeha Osmaniyeyê vegot. Sadiyeyê got parêzer jî nikarin biçin girtîgehê, ew tenê hiştine û wiha got: “Ger xwedî derketin tune be wê hîn bêtir xera bibe. Li vir rumeta mirovan di bin lingan de ye.”
*Hevseroka Şaxa SES a Wanê Fatma Arslan diyar kir ku ji bo kreşên ku jinan ji jiyana kar dur dixistin kampanya dane destpêkirin û got divê her kes piştgiriyê bide û wiha pê de çû: “Em dibêjin ku divê jin zêdetir tevlî jiyana kar bibin. Ji ber vê kreş pir girîgin. Em ê der barê vê de xebatên xwe bidomînin. Em ji hemû kedkaran dixwazin ku piştgiriyê bidin vê kampanyayê.” BI DÎMEN
*Gulsum Elvan diyar kir ku ji sala 2013’an heta niha ku kurê wê Berkîn Elvan hatiye kuştin, Roja Dayikan pîroz nake û banga ‘Bi rastî ger wijdan hebe roja dayikan dema kesên lawê min kuştin zarokên xwe hembêz dikin bila min bi bîr bînin. Ez bang li dadger û dozgedran jî dikim; Dema zarokên xwe maç dikin bila kurê min bi bîr bînin. BI DÎMEN
*Lîstikvan Derya Alabora diyar kir huner li gor xwezaya xwe muxalîfe û divê mirov fikrên xwe bi awayekî azad bînin ziman û wiha got: “Jin dema rastî tacîzê tên şerm dikin. Şîdeta herî mezin şermkirina jina ye. Pergal vê rewşê diafirîne. Tişta hewcedariya me pê heye hezkirine.” BI DÎMEN
*Cemîle Yerdut ya kurê wê di girtîgehê de ye diyar kir ku Roja Dayikan ji bazirganiyê re xizmetê dike û wiha got: “Bila dayik wisa neyên bi bîr anîn. Kurê min di girtîgehê de ye. Em nikarin biçin. Êdî bes e. Bila di 25’ê Hezîranê de roj hilê. BI DÎMEN