Di rûniştina F'yê de ji bo girtiya nexweş Rojbîn Perîşan bag hat kirin
- 17:04 12 Gulan 2018
- Rojane
STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê, di hefteya 320’emîn a “Rûniştina F” de bal kişand ser rewşa tenduristiya girtiya nexweş Rojbîn Perîşan.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 320’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li Qada Galatasarayê pêk anî û bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Rojbîn Perîşan û xwest bê berdan. Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Hatîce Onaran daxuyaniya vê heftê da û bal kişand ser rewşa girtiyên siyasî yên di girtîgehên tîpa hucreyî de, rastî îşkence û binpêkirinên mafan tên. Hatice, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Li gorî danayên ÎHD’ê 401 jê giran, hezar û 154 girtiyên nexweş hene. Girtiyên nexweş neyên derman kirin û bi komkujiyê rû bi rû ne. Li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê 4 girtiyên nexweşîna giran, ji ber ku mafê wan ê dermankirin ji wan hatiye girtin, ji 20’ê Nîsanê ve di greva bîrçîbûnê dene.”
Haticeyê derbarê rewşa tenduristaya girtiya nexweş Rojbîn Perîşan de jî axivî û wiha bilêv kir: “Rojbîn Perîşan ji sala 1992’yan ve girtiye û hikûmxara cezayê muebetêye. Pirtûka Rojbînê ya ‘Gozyaşimin Agidiydi Seni Beklemek’ di girtîgehê de nivîsand, niha bi hinceta ‘hatiye qedexekirin’ nadin wê. Rojbîn gava li Girtîgeha Amedê bû, emeliyeta kîsikê zirav derbas kir. Rojbîn li Girtîgeha Jinan a Tîpa M a Gebzeyê jî ji ber kîstê li rûviyên wê belav bûyî, nivê rûviyên wê bi emeliyatekê hat girtin. Rojbînê li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Perwerdê ya Kocaeliyê di meha Çileyê de jî carek din hat emeliyat kirin. Ji ber şert û mercên girtîgehê nexweşiya Rojbînê xwe tim nû dike. Em dixwazin Rojbînê demildest bê berdan.”
Çalakî piştî daxuyaniyê bi berz kirina dirûşmeyan bi dawî bû.