Xizmên windayan di hefteya 483'an de li kujeran pirsîn

  • 15:17 12 Gulan 2018
  • Rojane
AMED - Di çalakiya xizmên windayan a hefteya 483’yemîn de, aqûbeta Abdussamet Çîçek ê beşdarî taziya xizmekê xwe yê faîl ne diyar bû û vegeriya malê hat kuştin, hat pirsîn. 
 
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan bi boneya li aqûbeta kesên hatin windakirin û kujer bên cezakirin, di hefteya 483’yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li dar xist. Çalakî li avahiya ÎHD’ê pêk hat, rêveber û xizmên windayan beşdar bûn. Di çalakiyê de aqûbeta Abdussamet Çîçek ê di 15’ê Adara 1992’yan li navçeya  Farqînê hat  winda kirin, hat pirsîn.
  
Di daxuyaniyê de Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Racî Bîlîcî axivî û wiha got: “Ligel hemû êrîş û zextan me dest ji têkoşîna edalet û mafê mirovan berneda. Li Tirkiyeyê heya rastî neyê qebûl kirin, edalet pêk nayê. Heya aqûbeta windayan neyê pirsîn, edalet pêk nayê. 
 
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan jî, Roja Dayîkan pîroz kir û wiha axivî: “Berî her tiştî ez Roja Dayîkan li Dayîkên Aştiyê û Dayîkên Şemiyê pîroz dikim. Divê partiyên siyasî û serokkora rastiya pêşerojê qebûl bikin. Em mereq dikin gelo ji o xizmên windayan çi soz û sondên wan hene?” 
 
Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Adbussamet Çîçek ê di 15’ê Adara 1992’yan li navçeya Farqînê gava ji merasima cenazeyê xizmekê xwe yê hat kuştin û winda kirin vedigeriya hat kuştin, hat pirsîn. Endamê Komîsyona Windan a Şaxa ÎHD’a Amedê Hasan Yalçin çîroka Çîçek xwend. Hasan, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Çiçek beşdarî cenazeyê Hanefî Kutlu yê li Farqînê bû qûrbaniyê kiryar nediyar bû. Piştî merasîma cenaze, di vegera malê de 3 kes wî dişopîn in. Ev sê kes gule li Abdussamet Çîçek direşînin. Çîçek li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Gel bera faîlan da û ew girtin. Lê rayedarên Midûryeta Polîsan hatin cihê bûyerê û faîl ji destê gel derxistin. Faîlên birin qereqolê piştî sê rojan bi hinceta delîl tuneye faîl serbest berdan.”
  
Hasan, da zanîn ku ligel van hemûyan, êrîşên li ser malbata Abdusamet tim berdewam kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piştî kuştina Abdusamet li malbatê tim gef hat xwarin. Kurê Abdusamet gava ji dibistanê vedigeriya malê rastî êrîşa bi kêr a kesên nasnameya wan ne diyar hat û rakirin nexweşxanê. Êrîşkar gava dibihîsin kurê Çîçek nemiriye, diçin nexweşxanê, lê bijîşik wî di beşa welidandina jinan de vedişêrîn. Bi vî awayî kurê Abdusamet ji kuştinê xelas dibe. Midûryeta Polîsan, Abdusamet weke ‘endamê rêxistinê’ derbasî qeydan kiribûn. Faîlên Abdudamet ligel hemû hewldanan jî nehat dîtin.”
 
Piştî daxuyaniyê 5 deqe çalakiya rûniştinê pêk hat.