Dayikên ku zarokên wan hatin qetilkirin ji bo wan Roja Dayikan bê wate ye

  • 09:57 12 Gulan 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Li Botanê Roja Dayikan a ku bê dayik û bê zarok wekî her sal îsal jî bi vî awayî tê pêşwazîkirin. Keça Dayika Taybet diyar dike ku di Roja Dayikan de ew bê dayik e loma ev ji bo wê kêmasiyek gelek mezin e. Dayika Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê ya Pakîze Nayir jî dibêje Roja Dayika ya bê zarokê xwe bê wate ye. 
 
Dayika Taybet a ku li Navçeya Silopiyayê ya Şirnexê di 14'ê Kanûna 2015'an de di serdema qedexeya derketina derve de hatibû qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li erdê mabû ji aliyê keça xwe ve di Roja Dayikan de bi awayekî xemgînî hat bibîranîn. Hevseroka Meclîsa Gel a Siopiyayê Pakîze Nayir a ku di serdema qedexeya derketina derve de hat qetilkirin jî ji aliyê dayika xwe ve bi awekî xemgînî hat bibîranîn. Li Botana ku dayik bê zarok, zarok jî bê dayik dimîne îsal jî Roja Dayika li ser goristanan tê pîrozkirin. 
 
'3 sal in ku em Roja Dayikan pîroz nakin'
 
Keça Dayika Taybet, Şaristan Algan anî ziman ku ew 3 sal in Roja Dayikan bê dayik derbas dikin û got:"Ev roj ji bo me wekî rojek tarî ye. 3 salên ku ji bo me gelek dijwar bû derbas bû, em vê dijwariyê îsal jî dubare dikin. 3 sal berê dema ku dayika me sax bû, Roja Dayikan ji bo me wekî cejnê derbas dibû. Wekî cejnê em bi kelecan dibûn. Em dihatin û me destên dayika xwe maç dikir. Me hemû zarok li xwe kom dikir û em li malê rûdiniştin. Me sohbet dikir, me sifreyên mezin amade dikir. Lê niha em vê pîrozbahiyê nakin. Tenê em diçin ser gora dayika xwe serdana wê." 
 
'Roja Dayikan a bê dayik kêmasiyek gelek mezin e'
 
Şaristanê anî ziman ku Roja Dayikan a bê dayik ji bo wan kêmasiyek gelek mezin e û got:"Dema ku dayika mirov ne sax be û mirov destên dayika xwe maç neke wê demê Roja Dayikan jî bê wate dimîne. Ez bang li hemû dewletan dikim û dibêjim ku mafê tu dewletê tuneye ku dayikan bê zarok, zarokan jî bê dayik bêhilin. Em dixwazin ku ev komkujîna bi dawî bibe. Bila roja hemû dayikan pîroz be. Bila tevî zarokên xwe rojên bextewar bijîn."
 
Dayika, Pakize Nayir: Ez êdî naxwazim roja dayikan were
 
Behiye Nayir a ku di serdema qedexeya derketina derva ya Silopiyayê de keça wê Pakize Nayir jiyana xwe ji dest da, got:"Piştî ku Pakîzaya min jiyana xwe ji dest da êdî min nexwest ku roja dayikan were. Dema ku keça min Pakîze sax bû dema ku roja dayikan dihat wê ez dibirim sûkê û bêyî ku li bûhayê mêze bike min çi dixwest ew ji min re distend. Keça min digot 'Tu dayika me ye, tu layiqî her tiştî ye'."
 
'Bila hemû dayik ji bo kesên ku ji bo edaletê hewl didin, dengê xwe bidin wan'
 
Behiyeyê diyar kir ku ji ber komkujiyan zarok bê dayik, dayik jî bê zarok dimînin û got:"Di 24'ê Hezîranê de divê hemû kes destên xwe dînin ser wicdanê xwe. Erdogan got 'Pirsgirêka Kurd a min e' lê ji bo ev pirsgirêk çareser bibe tu tiştek nekir. Malên me xera kirin, zozanên me li me qedexe kirin, zarokên me kuştin. Lê dîsa wan nikaribûn ku vîna me tune bikin. Em ê bi vê vîna xwe têkoşîna xwe bidominîn. Tenê xwesteka me ew e ku em bi awayekî wekhev û azad bijîn. Ger Kurd be ger Ereb be, ger jî Tirk be kîja dayik be bila bibe lê dema çûn ser sindoqan bila destên xwe dînin ser wicdanê xwe û wiha dengê xwe bi kar bînin."