Jinên Êzidî: Em dev ji Kurdîtî û Efrîna xwe bernadin

  • 09:56 12 Gulan 2018
  • Rojane
Tolîn Muhemed-Lîlav Elî
 
ŞEHBA - Jinên Êzidî ku bi salan e bi ferman û bi êrîşên mezin rû bi rû mane û xwedî çandek kevnar in gotin:"Tiştên ku li Şengalê çeteyên DAÎŞ'ê anîn serê me niha heman tişt bi destên Erdogan û OSO'ê li Efrînê tê kirin. Heta dawiya emrê xwe em dev ji Kurdîtiya xwe û Efrîna xwe bernadin."
 
Jinên Êzidî yên ku bûn şahidên hovîtiya çeteyên DAÎŞ'ê û dev ji têkoşîna xwe bernedan gotin:"Dema ku em ji Efrînê derketin em bi hêviya ku rojekê em ê dîsa vegerin em derketin. Ji bo komkujiyek duda ya wekî Şengalê pêk neyê em derketin. Lê em baweriya xwe bi YPJ/YPG'ê tînin, em ê bi berxwedana gel jî vegerin ser axa xwe."
 
Eyşe Sîdo ya ji gundê Feqîra ya navçeya Cindirisê diyar kir ku ew dev ji çanda xwe ya kevnar û qedîm bernadin û got:"Dewleta tirk çeteyên wekî DAÎŞ'ê şandin ser Şengalê û ev bû sedema revandin, kuştin, firotin û qirkirina bi hezaran jinên Êzidî. Yek ji armanca êrîşên dewleta tirk jî ew bû ku xwestin ola me tune bikin."
 
'Gelê Kurd berxwedanek bê hempa kir'
 
Eyşeyê da zanîn ku gelê Kurd li Efrînê berxwedanek bê hempa kirin û wiha dewam kir:"Gelê Kurd li Efrînê 58 rojan li ber xwe da û serî netewand. Bila Erdogan nebêje ku qey me dev ji berxwedana xwe berdaye. Em li Şehbayê berxwedana xwe didomînin."
 
'Tiştên li Şengalê dihat kirin niha li Efrînê dubare dibe'
 
Eyşeyê da zanîn ku li Efrînê niha jin tên çewisandin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Niha li Efrînê OSO dest dirêjî jinan dike. Tiştên ku DAÎŞ'ê li Şengalê dikir heman tiştî niha li Efrînê dikin. Li dijî vê hovîtiyê em ê wekî Jinên Êzidî her rûmeta xwe biparêzin."
 
'Em çanda xwe ya kevnar diparêzin'
 
Nehîle Muhammed a ku ji gundê Baflonê yê Şerayê ye got:"Me wekî jinên Êzidî li Efrînê heta dawî li berxwe da. Şervanên YPG/YPJ'ê jî me gelê Efrînê diparast. Dema ku dewleta tirk û OSO nêzî gundê me bûn ji bo komkujiyek duyem a wekî Şengalê pêk nê em hatin Şehbayê. Lê me dev ji berxwedana xwe berneda. Em berxwe didin û çanda xwe ya kevnar diparêzin."
 
'Em ê bi saya berxwedana gel vegerin Efrînê'
 
Nehîleyê diyar kir ku ew ê bi saya berxwedana gel vegerin Efrînê û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em ê her dem namûs û şerefa biparêzin û bi saya berxwedana YPJ/YPG'ê û gelê Kurd dîsa vegerin Efrîna xwe. Em ê bejna xwe li ber desthilatdaran netewînin."
 
Her wiha Emîne Şêxo ya ji gundê Sînkaya Şerayê jî got:"Efrîna ku xwîna zarokên me hatine avdan dê ji Erdogan re nemîne. Em ê vê zordestiyê tu carî qebûl nekin. Em ê berxwedana xwe bidomîn."