ROJEVA 12'Ê GULANA 2018'AN
- 09:00 12 Gulan 2018
- Rojev
*Dayikên Amedî tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin ku heta azadî neyê vî welatê û tecrîd neyê rakirin wê tim bang bikin.BI DÎMEN
*Di têkoşîna ji bo azadiya Kurdistanê de berxwedan û serîhildana jinên kurd a bi nav û deng ji dîrokê û heta roja me ya îro rêya gelê kurd ronî dike. Bi sedan jinên kurd ên ku ji bo vê têkoşînê de canê xwe dane hene û ji van jinan yek jê jî Leyla Qasim a ku bi kuştina wê bi hezaran kurd ji xewa bindestiyê şiyar bûne ye.
Gelên li Tirkiyeyê wê 24 Hezîranê de biçin ser sindoqan û hemberî hemû qedexe, dorbeç û êrîşan gel wê 24 Hezîranê de dengê xwe bi kar bînin. Jinên Tetwanê gotin ku kesên ji vê pergalê aciz bila di nav HDP'ê de têbikoşin. DÎMEN HEYE
*Dayika Emîne Demîrcî ya ji aliyê hevjînê xwe Mustafa Demîrcî ve hat qetilkirin, Ayten Unturk diyar kir ku ew di roja dayikan de dixwaze li gel zarokên xwe be û wan hembêz bike û wiha got: “Ez biçim ku derê wê dibînim. Min bêriya keça xwe kiriye. Desturê didin kujer li kolanan bigerin. Wê kî edeletê pêk bîne?” BI DÎMEN
* Damezrînera Kooperatîfa Jinan a Fîlmmor Melek Ozman cihê jinan a di sînemayê de ku çawa hatiye qezenckirin wiha vegot: “Set wek kahweyan bû. Jin neçar diman wek mêran biaxivin û şêwaza mêran her tim belav dibû. Lê jin sektora sînemayê ji hilberînê bigire heta ziman û prodoksiyonê diguhere.” BI DÎMEN
*Hevjîna Hevserokê Meclîsa Gel Mehmet Tunç ku bû sembola berxwedana rêveberiyên xweser a Cizîrê, Zeynep Tunç wiha got: "Yên hatin ser axa me û zarokên me kuştin, malên me şewitandin tên dengan dixwazin. Bila vê yekê baş bizanibin ku heta em bijîn, em dengê xwe nadin wan." Dayika Mehmet û Orhan Tunç , Esmer Tunç jî got :"Em zarokên xwe ji bîr nakin û em dengê xwe nadin Erdogan."
*Parêzer Asli Pasînlî diyar kir ku di pêşnûmeya îstîsmara zayendî de tê pêşniyarkirin ku qeyda hemû nûçeyan ji Navendên Şopandina Zarokan bê girtin û wiha got: “ÇÎM’an bi giştî pergal nedaye rûniştandin. Zêdekirina barê wan wê pergalek aloz derxe holê. Ji bo înfîala di raya giştî de bê sekinandin, zêdekirina ceza, tê wateya ku ev pirsgirêk bê veşartin.”
*Kader Tosun a jiyana xwe bi zor û zehmetiyên mezin bi keda ku dide berdewam dike, niha dikana xwe vekiriye.
*Jinên Êzidî ku bi salan e bi ferman û bi êrîşên mezin rû bi rû mane û xwedî çandek kevnar in gotin:"Tiştên ku li Şengalê çeteyên DAÎŞ'ê anîn serê me niha heman tişt bi destên Erdogan û OSO'ê li Efrînê tê kirin. Heta dawiya emrê xwe em dev ji Kurdîtiya xwe û Efrîna xwe bernadin." BI DÎMEN