Kongreya Star li Kampa Serdemê civîn li dar xist
- 17:32 11 Gulan 2018
- Rojane
ŞEHBA - Rêxistina Kongreya Star bi dirûşma "Ji bo jinên Efrînê serî hilde" û di çarçoveya rêzeçalakiyên ku dest pê kiribû li Kantona Şehbayê civîn ji bo jinan li dar xist.
Rêxistina Kongreya Star bi dirûşma "Ji bo jinên Efrînê serî hilde" û di çarçoveya rêzeçalakiyên ku dest pê kiribû li Kantona Şehbayê civîn ji bo jinan li dar xist. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan û rewşa siyasî ya dawî li Kampa Serdemê ya li Kantona Şehbayê civîn hat lidarxistin. Civîn bi deqekeyek rêzgirtin a ji bo berxwedêrên azadiyê dest pê kir. Piştre perspektîfa Kongreya Star ji aliyê Leyle Hefreran hat xwendin.
Di perspektîfê de wiha hat gotin:"Di dîroka gelê Kurd de her dem şerê rûmet, ax û azadiyê hatine meşandin û gelê Kurd tu carî telîmiyet qebûl nekiriye. Ev yek bi tevgera azadiyê ya PKK'ê hîn bêtir pêş ket û gelê Kurd ji xewa mirinê hişyar bû. Gelê Kurd li ser esasê fikir û felsefeya Rêber Apo têkoşîna xwe didomînin loma êrîşên mezin li gelê Kurd tê kirin. Lê gelê Kurd dê tu carî serî netewînin."
Piştre Endama Koordinasyona Kongreya Star Rohilat Arêf axivî û got:"Gelê Kurd li Efrînê li dijî dagirkeren têkoşînek bêhempa meşand. Berxwedana şervanan û ya gel û baweriya wan bû sedema têkoşînek mezin. Tirkiye dixwaze axa Sûriyeyê û Rojava dagir bike. Lê em ê destûrê nedin vî tiştî. Em ê li taciz, tecawiz û qetilkirina Dewleta Tirk bisekinin. "
Civîn bi nîqaşên berfereh bi dawî bû.