Mudura Karên Nivîsan a Ozgur Gundemê Reyhan Çapan hat girtin

  • 17:11 11 Gulan 2018
  • Rojane
STENBOL - Mudura Karên Nivîsan a Rojnameya Ozgur Gundemê Reyhan Çapan, ji ber cezayê pere û cezyê wê yê girtîgehê yê salek û 3 mehan hat girtin.
 
Mudura Karên Nivîsan a Rojnameya Ozgur Gundemê ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê (KHK) duh li navçeya Artvîn Hopayê hat binçavkirin hat girtin.  Reyhan piştî karê wê yê li emniyetê qediya birin edliyeya Artvînê. Li edliyeyê derbarê Reyhanê de biryara gitinê hat dayîn û ew şandin girtîgehê.
 
Reyhan a ku ew şandin Girtîgeha Artvîn li bendê ye ku di rojên pêşiya me de wê bişînin Girtîgeha Jinan a Sêwasê.