'Kesên dibêjin 3 zarokan çêbikin bila pirsgirêka kreşan bibînin'

  • 14:23 11 Gulan 2018
  • Rojane
WAN - Platforma Şaxa Wanê ya KESK'ê bal kişand ser pirgirêka kreşan û got:"Kesên ji jinan re dibêjin 3 zarokan çê bikin ji bo alîkariya zarokan polîtîkayan ava nakin. Ev ne konektî be çi ye? Avakirina polîtîkayên ji bo alîkariya zarokan peywira hikumetê ye."
 
Konfederasyona Sendikaya Kedkaran a Cemaweriyê ya Şaxa Wanê (KESK) ji bo balê bikişîne ser pirsgirêka kreşan a zarokan civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Serokê Sendikaya Kedkaran a Buroyê ya Şaxa Wanê (BES) Behçet Erçag axivî û bal kişand ser daxwaza kreşê ya bi milyonan. 
 
'Malbat pirsgirêka aborî dijîn'
 
Her wiha Behçet wiha domand:"Zarokên di nav temenê 0-6'an de ji sedî 86.7 diya wan li wan dinêre. Ji ber misrefa kreşan gelek mirov pirsgirêkan dijîn. Ji ber ku ji xeynî yên taybet pere ji bo kreşên dewletê jî tê girtin malbat pirsgirêka aborî dijîn."
 
'Polîtîkayên wan zarokan mexdûr dike'
 
Her wiha Behçet anî ziman ku li ser bedena jinan tê xwestin ku tahakkumek bê avakirin û got:"Ji jinan re dibêjin herî kêm 3 zarokan bînin lê ligel vê gotinê jî polîtîkayên wan jî zarokan mexdûr dike. Kesên dibêjin 3 zarokan çêbikin bila pirsgirêka kreşan bibînin."