Li Şirnexê wesayetên tevlî konvoya HDP'ê bûn ceza lê hatin birîn
- 12:27 11 Gulan 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Li Şirnexê wesayetên ku beşdarî konvoya hilbijartinê ya HDP'ê bûn ceza li wan hatin birîn. Hinceta ceza jî wekî "Bi dengên korneyan der û dor ne rehet bûye" hat nîşandan.
Di navbera 29-30'ê mehê de di çarçoveya xebatên hilbijartinê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî û heyeta bi wî re hatibû Şirnexê. Wesayetên ku heyet pêşwazî kirin û beşdarî konvoya hilbijartinê bûn ceza li wan hatin birîn. Ceza li wesayeta Rêxistina Navçê ya HDP'ê jî hat birîn. Hinceta ceza jî wekî "Bi dengên korneyan der û dor ne rehet bûye" hat nîşandan.