Jinên taxa Xerziyan: Hemû bar li ser milên me jinan e
- 09:04 11 Gulan 2018
- Rojane
Rojda Aydin
AMED- Jinên Xerzî yên ku koçî navçeya Farqînê kirine û li taxa Xerziyan dijîn, ji bo debara xwe bikin karê baxçe û çandiniyê dikin. Jinên xerzî anîn ziman ku ew ji bo debara xwe bikin bi karê çandiniya sebze û fêkî mijûl dibin.
Eşîra Xerzî ku ku ji Kabîlcewaz û Hezo ya Êlihê koçî gelek bajaran kiriye û hinekên wan jî ji ber aboriya wan xirab bûye koçî navçeya Farqîna Amedê kirine. Taxa ku lê dijîn jî navê wê kirine “Taxa Xerziyan”. Xerziyên ku koçber bûne hatine Farqînê ji bo debara xwe bikin karên cuda dikin. Bi taybetî jî jinên xerzî ku li Farqînê dijîn ji bo ku debara xwe bikin li taxê bi karê çandininî û baxçe re mijûl dibin. Jinan diyar kirin ku ew ji ber rewşa wan a aborî nebaş bûye koçî vê taxê kirine û anî ziman ku tiştê berê hatiye serê wan îro li Farqînê jî heman tiştî dijîn.
Ji van jinan jina bi navê Kedîfe Kurnek (70) ku ji me re bahasa xwe kir diyar kir ku 42 sale hatiye Farqînê û di vê taxê de bi cih bûye. Kedîfeyê di berdewamê de got ku di vê taxê de bi taybetî jin dixebitin û wiha berdewam kir: “Ji ber ku rewşa me ya aborî nebaş bû piştî ku em li Farqînê bi cih bûn me dest bi karê çandinî û baxçe kir û 42 sale ez vî karî dikim. Di nava malbatê de bi tenê ez dixebitim. Ge ku ez nexebitim em nikarin debara xwe bikin.”
‘Ez du rojan carî baxceyê xwe av didim’
Qedîfeyê di berdewama axaftina xwe de got ku ew ji serê meha Sibatê ve axa baxceyê xwe dikolin û ji bo tovê ku wê lê biçînin amade dikin û wiha dirêjî da axftina xwe: “Ez di baxceyê xwe de îsot, firingî û rihanê diçînim. Ez ji du rojan carekê baxceyê xwe av didim. Ji ber ku baran nabare em bi keda destê xwe avdidin. Her wiha ez her roj têm baxce gihayê zexel ku tê de şîn bûye bi destê xwe derdixim û diavêjim. Zebzeyê ku min çandiye heta meha gulanê wê bê xwarinê. Zebzeyê ku di gunaê de tê asta xwarinê em top dikin. Herwiha ji bo ku em debara xwe bikin em têra xwarina xwe hiltînin û yê mayî jî dibin li bazarê difroşin ji bo ku em pê debara xwe bikin”
‘Ez nafikirim ku ji welatê xwe derkevim’
Qedîfe di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew bi mehan bi zebzeyê diçînin remijîû dibin lê heqê qeda xwe nikarin bistînin û wiha dawî li axaftina xwe anî:“Ez ew qas ked didim zebzeyê ku ez dibim bazarê heqê qeda min dernaxe û ez nikari pê dbara xwe bikim. Li vê taxê berê 100 mal hebûn, lê ji van 50 mal mane 50 malbatên ku ji taxê barkirin jî ji ber ku nikaribûn debara xwe bikira bar kirin. Lê ez heta ji destên min bê naxwazim warê xwe terk bikim. Di xwazim li warê xwe bimînim û debara xwe jî bikim. Dema ku ez karê baxçe diqedînim vê carê jî diçim malê û karê malê dikim. Ez dikarim bibêjim ku li malê hemû bar li ser milên jinan e. Ji ber ku dema jin nebe tu kar nabe."
‘10 sal e vî karê dikim’
Jina bi navê Hesîne Kurnek a(45) ku 15 sa le li Farqînê bi cih bûye û dayika sê zarokan e, hevjînê wê ji ber qeza kiriye kiriye û felc maye nikare bixebite û neçar maye ku bixebite. Hesîneya ku ji bo hevjînê xwe û sê zarokên xwe binêre karê bax û baxceyan dike wiha got: “Ev 10 sal e ez vî karî dikim. Min ji xwe re baxceyek ava kir û di baxce de îsot, firingî û rihanê diçînim. Piştî ku digihên dibim li bazarê dikim û pê debara xwe dikim. Ez dem bi dem jî yên mayî ji bo zivîstanê hişk dikim. Lê zebzeyê ku difiroşim gelek erzan diçe û bi zor û zahmetî pê debara xwe dikim. Hemû bar li ser milên min in û ev jî ji bo min gelek zahmet e. Ji bo ku bikaribim debara xwe bikim min baxçeyekî din jî çêkir. Ez niha li du baxceyan bi hev re dinêrim.”
'Ez hem karê malê û hem jî yê derve dikim'
Hesîneyê di dawiya axaftina xwe de got ku ew gelek diweste ji ber ku hem li malê û hem jî li derve dixebite û ev tişt got: “Ez ji vî karî ne memnûn im ji ber ku bi zahmetî debara xwe pê dikim lê dîsa jî ez mecbûr im ji ber ku tu îmkaneke min a din tune ye. Keda min gelek erzan diçe û ez zahmetiyan dikişînim.”