'Ji gelê Şehbayê banga piştgiriyê'
- 09:03 11 Gulan 2018
- Rojane
Lîlav Elî-Tolîn Muhemed
ŞEHBA - Di encama êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê gelê Efrînê derbasî Kantona Şehbayê bûn û li wir têkoşîna xwe didomînin. Gelê Şehbayê banga hestiyarî û alîkariyê li hemû rêxistinên mafên mirovan ên navnetewî kirin.
Di encama êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê gelê Efrînê derbasî Kantona Şehbayê bûn û li wir têkoşîna xwe didomînin. Gelê Şehbayê banga hestiyarî û alîkariyê li hemû rêxistinên mafên mirovan ên navnetewî kirin û gotin:"Zarokên me ji ber tavê û ji ber şerdên giran ên li kampên Şehbayê nexweş dikevin. Divê hemû cîhan dawiyê li bêdengiya xwe bînin."
Fîdan Muhemed diyar kir ku ew li dijî hemû zehmetiyan berxwe dide û got:"Ji ber tavê û ji ber şerdên giran zarokên me nexweş dikevin. Çawa ku Erdogan bû sedema ku em ji malê xwe derkevin em hêvî dikin aqubeta me li serê Erdogan be. Erdogan di bin navê îslamiyetê de komên çeteyan ava kir û bera ser serê gelê Kurd da. Lê baweriya me ji tanq û topên wan bi hêztir e. Em ê her têkoşîna xwe bidomînin."
'Em ê bi serbilindî bizîvirin Efrîna xwe'
Her wiha Fatmê Osman jî bi lêv kir ku ew hêviya xwe qet winda nakin û got:"Em baweriya xwe bi YPG/YPJ'ê tînin. Em hêvî dikin ku bi saya têkoşîna wan û ya gel em ê dîsa vegerin Efrîna xwe. Axa me bi xwîna şehîdên me hat avdan. Em ê her dem doza axa xwe ya ku bi xwîna şehîdên me hatiye avdan, bikin."
'Divê rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî peywira xwe bi cih bînin'
Herî dawî Nazliye Cafer diyar kir ku divê rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî peywira xwe bi cih bînin û got:"Erdogan bi darê zorê gelek sîvîl bi tanq û topên xwe qetil kir û axa Efrînê dagir kir. Erdogan bû sedem ku em ji mal û axa xwe bibin. Lê em qet dev ji doza ji bo axa xwe bernadin. Em ê heta dawî bi hêviya ku em ê rojekê vegerin Efrînê bijîn."