Ji bo me dayikan diyariya herî mezin serkeftina 24 Hezîranê ye

  • 09:01 11 Gulan 2018
  • Rojane
Zeynep Durgut
 
WAN - Bi nêzîkbûna 13 Nîsanê re dayikên ku daxwazên xwe anîn ziman gotin ku daxwaza wan aşitî,wekhevî,edelet û yekitiya gelan e. Dayikan diyar kirin ku ji bo wan diyariya herî mezin wê ji sindoqên 24 hezîranê de derbikeve. 
 
Li Tirkiyeyê bi taybetî jî li Kurdîstanê bêgûman her dayikekê êş kişandiye. Ji ber ku çi bigire her dayikek Her zaroke wê yan di girtîgehê de ye, yan jî wenda ye. Lê li gel van hemû êşên ku dayik dikişînin jî bi nêzîkbûna 13 Gulanê Roja Dayikan re daxwaza dayikan dîsa jî aşitî, wekhêvî û yekitiya gelan e. Dayikan diyar kirin ku ji bo wan diyariya herî mezin, serkeftina 24 Hezîranê ye. 
 
'Ji bo me diyariya herî mezin serkeftina 24'ê hezîranê ye'
 
Jina bi navê Eyne Atabay diyar kir ku dayikên kurd her tim dilşewatin û got ku ew dixwazin êdî şer bisekîne û wiha axivi;"Ev 20 sale zaroka min di girtîgehê de ye. Ez bi salane riya girtîgehê diçim û têm. Em êdî ji van riyan westiyan. Her roj zarokên me tên kuştin. Em dixwazîn Roja Dayikan bibe wesileya Aşitiya gelan. Ji bo me dayikan diyariya herî mezin, aşitî ye. Em jinên kurd dixwazîn  wekî hemû dayikan zarokên xwe hembez bikîn. Em cîhaneke aram û bê şer dixwazîn. Pêdivî pê heye ku mirov wekhev û adîl bijî. Êdî dem dema wekhêviya gelan e. Me li vî welatî gelek  zehmetî û zorî kişandin. Min ji 20 saliya xwe hetanî niha her tim zilm dîtiye. Me dayikan rojeke xweş nedît. Dayik her tim bendewarên zarokên xwe ne. Em êdî naxwazîn ku mirinê bibînîn. Em dixwazîn ku ev sal bibe sala serkeftinê. Bila êdî  destên xwe ji ser bedena zarokên dayikan bikêşin û bila zarokên dayikan ji bo berjewendiyên xwe nekujin û neşînin mirinê. Di 24 Hezîranê de hilbijartin heye. Kesên ku xwedî wijdan divê dengê xwe ji bo edeletê bi kar bînin. Li Şirnexê, Sûr û Nisebînê li ser hestiyên zarokên me avahî hatine avakirin divê em vê zilmê bînin bîra xwe û wisa herin ser sindoqan. Ji bo me dayikan diyariya herî mezin serkeftina 24 Hezîranê ye."
 
'Ji bo me diyariya herî mezin wê ji sindoqên 24 Hezîranê derbikeve'
 
Dayika Hûrriyet Yilbaga jî bi lêv kir ku ew dixwazin îsal bibe sala serkeftina gelan û got ku ji bo xatirê dayikan divê ev şer êdî bê sekinandin û wiha got:"Em dayik her tim dilşewat in. Êş û dilşewatiya herî mezin a dayikan e. Em her roj agahiya mirina zarokên xwe distînîn. Li cîhanê her roj bi hezaran zarok û mirov tên kuştin. Ji mirinê re êdî bes e. Em naxwazîn êdî zilm hebe. Dayikan tu car rûyê xweşiyê nedît, ji ber ku zarokên wan yan di girtîgehan de ne, yan jî li cihên pir dûr in. Em diyariyan naxwazîn em tenê aşitiyê dixwazîn. Mirin û kuştin çareserî nîne. Ger ku bixwazin dikarin aşitiyê pêk bînin. Dawiya zilmê bêgûman bi têkoşîna gelên mazlum pêk tê. Zilm ji me re çareserî nîne. Ji bo me diyariya herî mezin wê ji sindoqên 24 hezîranê de derbikeve."
 
'Em ne  gulan ne jî diyariyan naxwazin em aştiyê dixwazin'
 
Dayika Yemen Toprak ji bal kişand ser girîngiya aşitiya gelan û got ku ew dixwaze 13'ê Gulanê bibe wesileya rojên xweş û wiha pê de çû;"Em gulan naxwazîn em diyariyan jî naxwazîn, em tenê tiştekî dixwazîn ew jî aşitî ye. Bi her mirinekê dilê dayikan diêşe. Mirin ku derê dibe bila bibe dilê dayikan diêşe û dilê wna li wê lêdide. Ji ber wê jî em naxwazîn êdî dilê dayikan bişewit e. Tenê daxwazek me heye ew jî em dibêjîn ji mirinê re êdî bes e. Ji zilma ser serê gelê kurd re êdî bes e. Yekitiya mirovahiyê dikare her tiştekî çareser bike. Ger ku dewlet bixwazin dikarin şer bidin sekinandin. Hêviya me 24 hezîranê ye.  Divê em dayik hemû di wê rojê de bibin yek dil û bi hev re dengê xwe ji bo aşitiyê bi kar bînîn û Erdogn ji desthilatdariyê daxînin. Em edelet,demokrasî,wekhevî û yekitiya gelan dixwazîn. Dengê me dayikan dikare aştiyê bîne. "