Dozger serlêdana parêzeran cara 754’emîn red kir
- 17:50 10 Gulan 2018
- Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca bi muwekilê xwe re hevdîtin bikin cara 754'emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê dozger serlêdana parêzeran red kir.
Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Serbay Koklu û Muhdî Oztuzun, bi armanca bi muwekilê xwe Ocalan re hevditinê bikin cara 754'emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serdozeriyê cara 754’emîn serlêdan red kir.
Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha parêzerên Abdullah Ocalan 754 caran serlêdan kirin û hemû serlêdanên wan bi hinceta "Keştî xerabe ye", "Rewşa hewayê nebaş e", "Personel tune ye" û "OHAL heye" hatin redkirin.