Mudura Karên Nivîsan Reyhan Çapan hat binçavkirin
- 15:43 10 Gulan 2018
- Rojane
STENBOL - Mudura Karên Nivîsan a Rojnameya Ozgurgundemê ku bi KHK'ê hat girtin Reyhan Çapan hat binçavkirin.
Mudura Karên Nivîsan a Rojnameya Ozgurgundemê ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê (KHK) hat girtin Reyhan Çapan li navçeya Hopayê ya Artvînê hat binçavkirin. Reyhan bi hinceta biryara girtina wê heye hat binçavkirin li bendê ye ku îro wê derxînin Dozgeriya Hopayê.
Ji aliyê 17'emîn Dadgeha Ceza ya Stenbolê ve derbarê Reyhanê de bi îdaya "Propagandaya Rêxistinê kiriye' salek û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Piştî ku ceza ji aliyê Dadgeha Îdarî ya herêma Stenbolê ve hat erêkirin derbarê Reyhanê de biryara girtinê hatibû dayîn.