ROJEVA 10'Ê GULANA 2018'AN

  • 09:00 10 Gulan 2018
  • Rojev
 
*Bi roja dayika re bi reklam, afîş û bernameyan rolên zayenda civakî ji nû ve tên avakirin û têkiliya dayik û zarokê tînin rewşa alava bazarê. Di vê pergala zîhniyeta ku jinê hepsî malê dike de bermaberê keda jinê jî tuneye. JI PÊNÛSA JINAN
 
*Pirrengiya Mêrdînê di serlêdanên bernamzetiyê de jî xwe da xuyakirin û jin li Mêrdînê bi rihê 7’ê Hezîranê amadekariyên hilbijartinê dike. BI DÎMEN
 
*Hevseroka Şaxa 2'yem a Egîtîm Sen a Amedê Fatma Budak li ser giringiya hilbijartinên pêşwext ku di 24’ê Hezîranê de wê bên kirin axivî. Fatmayê diyar kir ku ji bo kesên hatine îxrackirin, sirgûnkirin û gûhertina pergala perwerdehiyê ev hilbijartin girîng e. BI DÎMEN
 
*Bi nêzîkbûna şehadeta Hozan Mizgînê şahida têkoşîn û  rêxistinkirina Mizgînê jina bi navê Mecbure axivî û anî ziman ku bi hatina Mizgînê tovên heqîqetê li heremê şîn bûn û got ku piştî şehadeta Mizgînê bi hezaran Mizgîn hatin cîhanê. 
 
*Dayika girtiyê bi navê Muhîyeddîn Fîdancan ê ku xwe ji bîr dike û nikare hewcedariyên xwe bike, Hediye Fîdancan diyar kir ku ew dixwaze kurê wê sewqî Amedê bê kirin lê tu bersivê ji bo serlêdanê nagire.
 
* Turkan Dunya ku bi çêkirina patîleyan debara xwe dike diyar kir ku ji ber krîzên ji zarokatiya wê de didomin xeyalên wê jî tune bûne û got niha dîsa ji ber krîzê nikare ji xwe re dikanek biçûk veke.  BI DÎMEN
 
*Pira Bazibda ya di navbera Cizîr û Rojava de ye ji aliyê her du aliyên sînor ve jî nikare bê bikaranîn. Pira ku li sînorê Rojava hatiye çêkirin û li pişt dîwar bi hemû heybeta xwe li Cizîrê dinêre, ji 1930’yî heta niha li bende restorekirinê ye.
 
*Di çarçoveya kampanyaya serî hilde de Kongreya Star dest bi rêzeçalakiyan kir. Li Herêma Şehbayê civîn hatin lidarxistin û di civînê de perspektîfên Kongreya Star hat xwendin. Jinên ku beşdarî rêzeçalakiyan dibin anîn ziman ku ew ê bi hêz û vîna xwe ya azad têbikoşin û rê nedin dagirkirkirina desthilatdaran.