Ayten Ay û pitika xwe serbest hatin berdan
- 16:48 9 Gulan 2018
- Rojane
STENBOL - Ayten Ay û pitika xwe ku li Dîlokê di encma serdegirtina malê de hatin binçavkirin û birin Stenbolê piştî îfadeya wê ya li dozgeriyê serbest hatin berdan.
Di encma oprasyona ku navenda wê Stenbol bû di 4'ê gulanê de di encma operasyona ku li Dîlokê hat kirin di nava kesên ku hatin binçavkirin de Hevseroka berê ya HDP'ê ya Şîşliyê Ayten Ay û pitika xwe ya dumehî jî hebûn. Ayten û pitikawê piştî ku birin Stenbolê û 5 rojan di binê çavan de ma îro derxistin dozgeriyê. Ayten piştî ku li dozgeriyê îfade da bi şertê 'kontrola edlî' serbest hat berdan.