Li Şirnexê 2 zarok ber avê de çûn û jiyana xwe ji dest dan

  • 14:40 9 Gulan 2018
  • Rojane
 
 
ŞIRNEX - Li bajarokê Dêrgulê yê Şirnexê, ji ber barana zêde çemê Bestasorê rabû û 2 zarokên şivanî dikirin, dema xwestin derbas hember bibin, ber bi avê de çûn û winda bûn. 
 
Li bajarokê Dêrgulê yê Şirnexê 2 zarokên şivanî dikirin, dema çemê Bestasorê derbas kirin, ber bi avê çûn. Zarokên temenê wan 15-16 salî H.D. û A.G. yên xwe li avê xistin û ber bi avê çûn, di nava avê de winda bûn. Piştî 2 zarok di avê de winda bûn yekîneyên AFAD'ê sewqî herêmê hatin kirin. Piştre cenazeyên herdu zarokan hat dîtin.
 
Ji bo otopsiyê cenazeyên zarokan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Hat hînbûn ku cenazeyên herdu zarokan dê li goristana Dêrgulê bê definkirin.