HDP'ê li Mêrdînê starta hilbijartinê da: Em ê derî bi derî bigerin
- 13:33 9 Gulan 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Hevkarên HDP û DBP'ê li Nisêbînê starta hilbijartina 24'ê Hezîranê dan û ew ê kuçe bi kuçe, derî bi derî bigerin û xebatên xwe yên hilbijartinê bimeşînin.
Xebatên hilbijartinê ya ku bi tifaqa AKP-MHP'ê ew ê di 24'ê Hezîranê de çê bibe didome. Hevkarên HDP-DBP'ê bi civîna çapemeniyê starta hilbijartinê dan. Civîn li Eywana Konferansê ya Avahiya Navçeyê ya HDP'ê ya Nisêbînê hat lidarxistin. Endamên PM'a HDP û DBP'ê, endamên KCD'ê, bernamzetên parlamenteran, Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek welatî beşdarî civînê bûn. Civîn bi deqeyek rêzgirtin a ji bo berxwedêrên azadiyê dest pê kir. Li navçeya Nisêbînê bi coşek mezin civîn hat lidarxistin.
Piştre ji aliyê Koordinasyona Hilbijartinê ya Bajêr metna daxuyaniyê ya starta hilbijartinê hat xwendin. Metin ji aliyê Hevserokê Bajêr ê Mêrdîn ê HDP'ê Ali Sincar ve hat xwendin. Ali Sincar got:"AKP û MHP dixwazin bi vê hilbijartinê faşîzma xwe bidomînin. Lê em ê kuçe bi kuçe, derî bi derî bigerin û nehêlin tifaqa AKP û MHP'ê bi ser bikeve. Em ê bi xebata zêde hewl bidin ku layiqî vî gelî bibin. "
Piştî daxuyaniyê civîn ji çapemeniyê re girtî, berdewam kir. Piştî civînê heyetê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de herin serdana gelê gundê Sitilîlî.