Mêrê bersûcê tacîz û îstîsmarê hat girtin
- 12:42 9 Gulan 2018
- Rojane
ANTALYA - Li Manavgatê mêrê ku jinek û zarok îstîsamr kirin hat girtin.
Mêrê bi navê U.B. ku li Manavgata Antalyayê dimîne, li marketekê jina mamoste tacîz kir û piştrejî heta ber mala wê ew ew şopand. U.B. yê ku jina mamosta tacîz kir û şopand vê carê jî zarokê ku li benda serwîsê bû îstîsmar kir.
Piştî ku zarokê hat îstîsmarkirin giriya û kesên di serwîsê de ew dîtin U.B. yê ku zarok îstîsmar kir hat derbkirin.
Piştî ku polîs hatin cihê bûyerê U.B. hat binçavkirin û birin qerqolê.
Îfadeya zarok û jinê li qereqolê hat giritn, U.B. jî serê sibehê derxistin Edliyeya Manavgatê. U.B. yê ku hat girtin şandin girtîgeha Manavgatê.