Li Îranê her sal 250 jin ji ber sûcên bêhemdî tên girtin

  • 12:03 9 Gulan 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê her sal 250 jin ji ber sûcên bêhemdî bi rêk û pêk tên girtin.
 
Li gorî ajansa nûçeyan Îsna, Alîkara Seroka Plansazî û Koordînasyona Karên Malê û Jinê Athareh Nejadî bal kişande ser rewşa jinên ji ber sûcên bêhemdî hatine girtin.
 
Nejadî got: "Li gorî texmîna saziya girtîgehê, her sal nêzî 250 jin li gelemperiya welêt ji ber sûcên bêhemdî tên girtin."
 
Nejadî her wiha rexne kir ku kefaleta ji bo jinên girtî jî zêde ye.