'Jinên Kurd li dijî pergala ku jinê dike kole serî hildide'
- 10:04 9 Gulan 2018
- Rojane
KOBANÊ - Jina Kurd û leheng Şîrîn Elemhulî ya ku li dijî rejîma Îranê serî netewand di 9'ê Gulana 2010'an de li Girtîgeha Evînê tevî 4 hevalên xwe hat daliqandin. Hevala Şîrînê Sorxwîn Rojhildat bi lêv kir ku li dijî hişmendiya ku jinê dike kole û diçewisîne wê têkoşîna jinê Kurd bidome.
Bi salane ku rejîma Îranê li dijî Kurdan polîtîkayên pişaftin, tunebûn û qirkirinê didomîne. Bi taybet li ser jinên Kurd ev polîtîkayên qirêj tên meşandin û her roj ên nû tên dubarekirin. Şîrîn Elmhûlî jî yek ji van jinên Kurd ên serhildêr û bi rûmet e ku ji ber berxwedana xwe ya li dijî pergala Îranê ya qirêj di 9'ê Gulana 2010'an de bi 4 hevalên xwe Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Alî Heyderiyan û Mehdî Îsamiyan hat darvekirin. Hevala Şîrînê Sorxwîn Rojhilat anî ziman ku jinên Kurd her dem li dijî pergala qirêj a Îranê berxwe dan û wê tu carî serî netewînin, çonga xwe neşkînin.
Endama Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Sorxwîn Rojhilat diyar kir ku Şîrînê her dem li dijî pergala ku jinê dike kole serî hilda û got:"Rejîma Îranê her dem jinê diçewisîne. Bi salane ku bi hezaran jin di bin navê namûsê de tên recimkirin. Şîrînê li dijî vê sîstema ku jinê diçewisîne û nasnameya Kurd tune dihesibîne serî hilda loma ji aliyê rejîma Îranê ve hat daliqandin. Şîrînê ji bo hemû jinên cîhanê mînaka berxwedanê ya bi rûmet e. "
Sorxwînê bal kişand ser nêzikatiya Şîrînê ya li dijî hestên hevaltiyê û wiha got:"Her wiha hevaltiya Şîrînê û ramanên wê gelek pêşketî bû. Xwedî rihekî pêşeng bû. Di demek kin de xwe pêş xist û wek stêrkek geş diteyisî. Ji bo wê gotina 'heval' pir bi wate bû. "
'Şîrînê jî li dijî pergala baviksalarî li ber xwe da'
Sorxwînê diyar kir ku Şîrînê ji ber ku vîna jinê ji aliyê rejîma Îranê ve nedihat qebûlkirin têkoşiya û wiha domand:"Pêkanînên rejîma Îranê ya li dijî jinê her dem vîn û fikirê jinê tune dihesiband. Rêzdarî li dijî nêrîna jinê nayê nîşandan. Her tişt di bin kontrola mêr de ye. Mêr desthilatdar e û zilmê li jinê dike. Şîrînê jî li dijî vê pergala baviksalarî li ber xwe da û mafê hemû jinên li Îranê dijî parast."
'Divê jin xwedî nêrîn û vîneke azad be'
Sorxwînê da zanîn ku her dem Şîrînê dixwest jin xwedî nêrîn û vîneke azad be û wiha domand:"Pergala Îranê zewaca di temenê biçûk de jî li ser jinan ferz dike. Şîrînê her dem dixwest jin xwedî nêrîn û vîneke azad be û ji bo zewaca di temenê zarokatî pêk neyê jî têdikoşiya."
'Zeyneb Celaliyan jî bi vîneke azad li berxwe dide'
Her wiha Sorxwînê di doza têkoşina azadiya Kurd de behsa Zeyneb Celaliyan jî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Zeyneb Celaliyan jî niha li ser şopa Şîrînê li dijî pergala Îranê ya baviksalar, diktator û otorîter ji bo parastina mafê mirovan li ber xwe dide. Dê jinên Kurd li ser xeta têkoşîna Serok Apo her li ber xwe bidin û serî netewînin. Çimkî jinên Kurd li dijî pergala ku jinê dike kole her dem serî hildan û ew ê serî hildin. "