Li Edeneyê zarokekê bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da
- 10:02 9 Gulan 2018
- Rojane
EDEN - Li Seyhanê zarokek 15 salî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da.
Do şev li navçeya Seyhana Edeneyê zaroka bi navê Asude K. û 15 salî hat îdiakirin ku xwe întihar kiriye. Asudeya ku bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê. Asudeyê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da û ji bo otopsiyê cenazeyê wê birin Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê.
Her wiha hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.