Jinên ciwan: Em di bin sîwana HDP’ê de bên cem hev
- 09:01 9 Gulan 2018
- Rojane
Bêrîtan Canozer
STENBOL - Jinên ciwan diyar kirin ku di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de ew piştgiriyê didin HDP’ê. Jinan gotin: “Ji bo dengê jin, ciwan û zarokan bê bihîstin, li welat kes cuda neyê dîtin û hesabê jinên hatine qetilkirin bê pirsîn divê piştgiriyê bidin HDP’ê.” Jinên ciwan her wiha banga serlêdana namzetiyê li jinên ciwan kirin.
Amadekariyên hilbijartinên 24’ê Hezîranê li Tirkiye û Kurdistanê didome. Bi taybet jinên ciwan diyar dikin ku ew ê dengê xwe bi HDP’ê bilind bikin. Jinên ciwan derbarê hilbijartinê de nêrînên xwe vegotin.
‘Divê em hêviya xwe şîn bikin’
Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Dîlek Başaran bi lêv kir ku HDP piraniyê temsîl dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yekan partiya siyasî ya ez wek rizgariya welat dibînim HDP ye. Ne ku ez endama wê me, mirov ji tiştekî bawer nekin nabin endama wê jî. Ez di wê baweriyê de me ku yekane partiya demokrasiyê bîn welat HDP ye. HDP ji bo ciwanan hêvî ye divê em jî vê hêviyê geş bikin.”
‘Ez di wê baweriyê de me ku jiyanek wê bê afirandin’
Cansu Kalender jî destnîşan kir ku hikûmet ji bo çavê gelê Kurd û muxalîfan bitirsîne hilbijartina serdegirtinê pêk aniye û ev tişt vegot: “Bi vê hilbijartinê hewl didin bitirsînin. Lê diyar e ku kî ditirse. Em ê nîşan bidin ku em serî natewînin û berxwe didin. Ev hilbijartin ji bo me destpêkek nû ye. Ez di vê hilbijartinê de piştgiriyê didim Selahattîn Demîrtaş .HDP dikare ji bo jin û ciwanan tiştekî bike. Ji ber vê yekê dema Selahattîn Demîrtaş bibe serokomar wê ji bo gelan jiyanek nû dest pê bike. Divê hemû ciwan di bin sîwaneya HDP’ê de bên cem hev û têkoşînê bimeşîne.”
‘Ji bo hesabê jinên hatine qetilkirin bê pirsîn HDP’
Helîn Yilmaz jî bi lêv kir ku hikûmetê bi biryara hilbijartinê nîşan daye ku êdî nikare welat bi rê ve bibe û divê em jî dengên xwe li alî kesên ku welat bi edelet û demokratîk bi rê ve dibin bi kar bînin. Helînê daxuyakirin ku hêviya welat a ji bo siberojê HDP ye û ji bilî HDP’ê tu partî Tirkiyeyê ji taritiyê xilas nake. Helînê wiha got: “Ez ji ber vê yekê dengê xwe didim HDP’ê. Her wiha di dema desthilatdariya AKP’ê de kuştinên jinan pir zêde bûn. Îstîsmara zarokan zêde bû. Hêviya vî welatî HDP ye. Ji bo hesabê jinên hatin qetilkirin bê pirsîn ez dibêjim HDP.”