ROJEVA 9'Ê GULANA 2018'AN

  • 09:00 9 Gulan 2018
  • Rojev
 
*Jinên ciwan diyar kirin ku di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de ew piştgiriyê didin HDP’ê. Jinan gotin: “Ji bo dengê jin, ciwan û zarokan bê bihîstin, li welat kes cuda neyê dîtin û hesabê jinên hatine qetilkirin bê pirsîn divê piştgiriyê bidin HDP’ê.” Jinên ciwan her wiha banga serlêdana namzetiyê li jinên ciwan kirin. BI DÎMEN
 
*Yek ji damezrînera Bloga Reçel Rumeysa Çamderelî diyar kir ku di civakê de nêrîna ol tê avakirin û bi vê re li ser jinan zext tên avakirin û got bi vî awayî ol şaş tê nîşandan. BI DÎMEN 
 
*Li gorî daneyên rojane yên Navenda Parastin û Kontrona Nexweşiyan a DYA’yê  bi zarokên temenê wan têrî dibistanê dike de di navbera salên 2012-2014’an de otîzm ji sedî 15 zêde bûye.
 
*Hevseroka Şaxa 1'em a Egîtîm Senê Hatîce Efe derbarê mamosteyên ku întîhar kirin de agahî dan. Hatîceyê got ku ji bo rê li ber întîharê bê girtin pêdivî bi piştgiriya civakî heye û got ku di serî de pêdiviya wan bi hikûmeteke xwedî berpirsiyarî heye. BI DÎMEN
 
*Jinên HDP’ê li Rihayê amadekariyên hilbijartinê bê navber didomînin û gotin wê yek bi yek biçin ber deriyan. Hevseroka DBP’a Rihayê Sema Aîşeoglu got wê li dijî xespkirina deskeftiyên wan di vê hilbijartinê de bersivê bidin. BI DÎMEN
 
*Eylem Şen a bi belgefîlma ‘Karanfîl Elden Ele’ dîroka ÇHD’ê ya ji damezrandinê heta niha vedibêje, got divê bi taybet jinên belgefîlman çê dikin piştgiriyê bibînin. BI DÎMEN
 
*Li Pasûr a Amedê mêrê bi navê Nîzameddîn E. zarokek îstîsmar kiribû û bi parastina cewherî a zarokê hatibû girtin. Nîzameddîn ku 17 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn berê jî li Çewlîkê ji ber bûyerek wisa re hatibû darizandin.
 
*Li gel nêzîkbûna hilbijartinên 24 Hezîranê nêrazîbûnên gel ên li dijî îktîdarê jî berdewam dikin. Li Tirkiyeyê her roj aloziya aborî zêde dibe û ji aliyê hikûmetê ve gavên girîng nayên avêtin. Jinên esnaf diyar kirin ku biryar girtina hilbijartinê neçareserkirina pirsgirîkan e. BI DÎMEN
 
* Jina Kurd û leheng Şîrîn Elemhulî ya ku li dijî rejîma Îranê serî netewand di 9'ê Gulana 2010'an de li Girtîgeha Evînê tevî 4 hevalên xwe hat daliqandin. Hevala Şîrînê Sorxwîn Rojhildat bi lêv kir ku li dijî hişmendiya ku jinê dike kole û diçewisîne wê têkoşîna jinê Kurd bidome.