Heyeta Jinên Ewropayê serdana MSD'ê û Jinwarê kirin

  • 16:17 8 Gulan 2018
  • Rojane
DIRBÊSIYÊ - Heyeta jinên Ewropayê ku do derbasî Rojavayê Kurdistanê bûbûn îro serdana MSD'ê, Gundê Jinwarê û PYD'ê kirin. 
 
Heyeta jinên Ewropayê ku do derbasî Rojavayê Kurdistanê bûbûn îro serdana MSD'ê, Gundê Jinwarê û PYD'ê kirin. Di nav heyeta ku ji Îngiltere û Brîtanyayê hatin de parlamenter, parêzer û akademisyen hene.  
 
Heyetê îro serdana MSD'ê ya bajarê Dirbêsiya Hesekê ya Herêma Cizîrê kirin. Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed û endama Desteya Rêveberiya MSD'ê Nûjîn Yûsif heyet pêşwazî kirin. Di hevdîtinê de nîqaşên girîng derbarê Sîstema Rojava û sîstema jinê hat kirin. Her wiha heyeta jinê peyama piştgiriya ji bo gelê Efrînê dan.
 
Her wiha heyeta jinê serdana gundê Jinwarê û navenda PYD'ê ya Qamişloyê kirin.
 
Dê heyeta jinên Ewropayê sibehê berê xwe bide Kantona Kobanê û ji wir berê xwe bide Şehbayê û rewşa gelê Efrînê ku li wir bi cih bûne lêkolîn bikin.