Jinan li Wanê starta hilbijartinê dan
- 15:27 8 Gulan 2018
- Rojane
WAN - Hevkarên TJA û HDP'ê li Wanê ji hibijartina pêşwext a 24'ê Hezîranê starta hilbijartinê dan û gotin:"Em hebûn, em hene û em ê hebûna xwe bidomînin."
Hevkarên Meclîsa Jinê Ya Bajarê Wanê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) starta xebatên ji bo hilbijartina pêşwext a 24'ê Hezîranê li ber avahiya bajêr a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi civîna çapemeniyê dan. Rêvebir û hevserokên bajêr û navçeyan ên HDP û DBP'ê, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Wanê û Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedia Ozgokçe Ertan beşdarî civîna çapemeniyê bûn.
Di civînê de Aktivista TJA'yê Havar Derya daxuyanî da û got:"Keda me bê binpêkirin jî, di siyasetê de bixwazin dengê me dernekeve jî, dîsa em ê li kuçeyan, li cihê kar, li deviyan, li Meclîsê û li her derê bin. Em teslîm nabin. Partiya jinan HDP bi armanca avakirina jiyanek azad dixebite. Em ê bi coş û bi baweriyek mezin xebatên xwe yên ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê bikin. Em hebûn, em hene û em ê hebûna xwe bidomînin."