Polîsan nûçegîhanên me tehdîd kirin: Em ê hîn zêde li deriyê we bixin

  • 15:18 8 Gulan 2018
  • Rojane
 
 
AMED - Nûçegîhanên me Dûrket Suren û Nûrcan Yalçin wê derbarê polîsên ku ji wan re got "Alîkariya me bike, agahiyê bide me, yan na hûn çiqas li vir bixebitin em ê ewqas li deriyê we bidin" serîlêdana sûc bikin. 
 
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Şaxa Amedê têkildarî zext û gefên li ser nûçegîhanên me Dûrket Suren û Nûrcan Yalçin de li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Xebatkarên çapemeniya azad, rêveberên ÎHD'ê, rojnameger Dûrket Suren û Nûrcan Yalçin bi parêzerên xwe re beşdarî civîna çapemeniyê bûn. 
 
Di cîvînê de di destpêkê de Serokê Şûbeya Amedê yê ÎHD'ê Raci Bilici axivî û  got:"Em bi îdiayên ecêb rû bi rû dimînin. Di demên herî dawî de serîlêdanên cidî li komeleya me tê kirin. Bi taybet teklîfên ajantiyê ji rojnamegeran re tê kirin. Divê derbarê vê yekê serdozgerên komarê tiştên ku pêwist dike, bike."
 
'Gotin em ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hatine peywirdarkirin'
 
Piştre nûçegîhana me Dûrket Suren bûyera ku di serdema li Liceyê hat binçavkirin vegot:"Li Liceyê ez hatim binçavkirin. Du kesan xwestin ku bi min re hevdîtinê pêk bînin û gotin em ji aliyê Wezareta Karê Hundir ve hatine peywirdarkirin. Dawiyê gotin Jinnews girêdayî PKK'ê ye û talîmatê ji Qandîlê digire. Dema ku wiha gotin min jî got têkiliya me tuneye û min dev ji axaftinê berda. Di 5'ê Adarê de ez bi Şerdê Kontrola Edlî hatim berdan."
 
'Min xwest ez bi parêzerên xwe biçim qebûl nekirin'
 
Her wiha Dûrketê wiha dewam kir:"Dawiyê yekî bi navê Cîhan li min geriya ji min re got 'dema ku tu di bin çavan de bû' me sohbet kiriye. Min jî got 'Cihê binçavkirinê ne cihê sohbetê ye'. Min hevdîtin red kir. Min got qey êdî nagerin. Do dîsa li min geriyan. Yê li min geriya dîsa got 'Navê min Cîhan e'. Dîsa xwest hevdîtinê bi min re bike. Min jî got ger pir acîl be ' Ez ê bi parêzerê xwe werim'. Dema ku min wiha got dengê xwe bilind kir. Ez bi hevala xwe Nûrcanê re axivîm heman tişt hatibû serê wê jî. Me jî biryar girt ku em serî li dozgeriyê bidin. Bi polîtîqayên herî dawî bi taybet xebatê  jinên rojnameger tê astengkirin."
 
'Em ê hîn zêde li deriyê we bixin'
 
Nûçegîhana me Nûrcan Yalçin jî da zanîn ku di 4'ê Gulanê de li wê geriyane û gotine divê tu biçî TEM'ê û îfadeyê bide. Nûrcanê da zanîn ku ew serê sibehê bi parêzerê xwe çûye adliyeyê û îfadeya xwe daye û got:"Karê parêzerê min hebû û ji avahiyê veqetiya. Piştî ku parêzerên min çûn du kes hatin ba min û xwestin ku bi min re sohbetê bikin. Ji min re gotin 'Hûn hevkarê rêxistina terorê ne'. Min jî got ez li saziyek fermî ji bo nanê xwe dixebitim. Herduyan ji min re gotin 'Alîkariya me bike, agahiyê bi me de, yan na em ê hîn bêtir li deriyê cihên we yên ku hûn dixebitin bixin. Hejmara min xwestin, xwestin em bi hev re li derve çayê vexwin. Min ev yek qebûl nekir. Ji ber vê rewşê em bi fikar in loma em ê serîlêdana sûc bikin."
 
Parêzer Pîrozhan Karali anî ziman ku vê yekê ne tenê li rojnamegeran li hemû kesan ferz dikin. Pîrozhanî got divê dadger û dozger tiştê pêwist çi be wê bikin.