Li Antalyayê bersûcê îstismara zayendî hat girtin

  • 11:43 8 Gulan 2018
  • Rojane
ANTALYA - Mêrê bi navê R.S ku li lîseyekê ajokarî dikir ji ber ku îstismara zayendî li 8 zarokan kir hat girtin. 
 
Mêrê bi navê R.S (69) ku li lîseyekê ajokarî dikir, 8 zarok bi îstismara zayendî rû bi rû hişt. Îstismara zayendî bi gilîkirina zarokan derket holê. Ji ber ku malbatên zarokan jî gilî kir ji bûyerê re riya darizandinê vebû. 
 
Di encama lêpirsîna Muduriyeta Emniyeta Antalyayê û Dozgeriya Komarê  de, di derbarê R.S de bi hinceta sûcdariya îstismara zayendî û tacîzê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Antalyayê doz hat vekirin.