Jin li atolyeya Jineolojiyê ya li Başûrê Fransayê hatin ba hev
- 11:01 8 Gulan 2018
- Rojane
NAVENDAN NÛÇEYAN - Jinên Kurd li bajarê St. Maxîmîn ê Fransayê di kampa Jineolojiyê de li hev civiyan ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan ve hat organîzekirin.
Jinên Kurd ên li Başûrê Fransayê dijîn, di kampa Jineolojiyê de li hev civiyan. Kamp li bajarê St. Maxîmînê pêk hat û ji aliyê Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan a Marsîlyayê ve hat organîzekirin. 40 jin tevlî kampê bûn û 4 rojan dewam kir.
Şevîn Kekîk ku bernameya perwerdeyê ya roja destpêkê ya kampê amade kir, baldariya jinan nîşan kir û got, perwerde ji roja destpêkê heta ya dawiyê ve gelekî erênî derbas bû. Şevînê got, "Dema ku jinan perwerde didîtin, zarokên wan jî bi wan re bûn û li nava xwezayê ji xwe re bi lîstikan dilîstin."
Ji Komîteya Jineolojiyê Zîlan Diyar li kampê qala dîroka tevgera jinên Kurd û pêvajoyên guhertinê kir. Zîlanê anî ziman ku jinên tevlî kampê bûn gotin ku perwerde gelekî erênî derbas bûye û got, bi saya vê perwerdeyê hê bêhtir ji xwe bawer bûne.
Yek ji mijarên sereke yên perwerdeyê, hevjiyana azad bû. Di roja dawî ya kampê de jinan lîstikên şano pêşkêş kirin û koroya ji zarokan pêk dihat, derketin ser dikê. Kamp bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" qediya.