'Perwerde nêrîna mirovan a cîhanê diguherîne'
- 09:11 8 Gulan 2018
- Rojane
Ehlam Hecî
ŞENGAL - Dewreya perwerdeya jinê ya ji aliyê TAJÊ ve li Şengalê dest pê kir didome.
Dewreya perwerdeya jinê ya ji aliyê TAJÊ ve li Şengalê dest pê kir didome. Di perwerdeyê de mijarên wekî dîrok, rastiya jinê, rola jinê ya di civakê de tê dîtin.
Endama Tevgera Azadîya Jinên Ezîdî (TAJÊ) Şemê Remo ku ew jî beşdarî perwedeyê dibe got:"Ev derfeta dîtina perwerdeyê ya ji bo jinan derfetek erênî ye. Di perwedeyê de mirov qalibên ku di hişê wan de bi cih bûne dişkîne. Me jî hinek qalibên ku di hişê me de ava bûbû şikand. Temenê min 54 salî ye lê temenê perwerdeyê tuneye. Di jiyana jinê de perwrede cihekî girîng digire. Heger jin perwerde nebin dê her dem bi êrîş û zextên mêr û civakê rû bi rû bimînin. Dema ku jin perwerdeyê nebîne wê mahkumî nava çar dîwaran bibin. Dema ku jin pêş nekeve civak jî pêş nakeve. Her wiha bi vê perwedeyê baweriya jinê jî pêş dikeve."
'Nêrîna min a cîhanê guhert'
Mahîre Revo jî cara yekemîne ku perwerdeyek bi vî rengî dibîne nerînên xwe, kêfxweşîya xwe bi vî awayî anî ziman:"Cara yekem e ku ez perwedeyek wiha dibînim. Ji ber ku min perwerde dît nêrîna min a li cîhanê guhert. Ez êdî dikarim cuda bifikirim. Dema ku min perwerde dît hinek bi min giran hat lê ez hîn bûm. Perwedeya me têr, tije û xweş derbas dibe. Perwerde nêrîna mirovan a cîhanê diguherîne. Di perwerdeyê de me hevalên cuda jî nas kir û têkiliyê germ di navbera me de çê bû."