Li Şehbayê nexweşî zarokan tehdîd dike
- 09:10 8 Gulan 2018
- Rojane
Lilav Eli-Tolin Muhamed
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên di encama êrîşan de neçar man koçî herêma Şehbayê bikin û li kampan dijîn diyar kirin ku piştî komkujiyê niha jî zarok ji ber nexweşiyan dimirin. Jinan bi lêv kir ku sedema vê rewşê Erdogan e û gotin wê dayikên Kurd hesab ji Erdogan bipirsin.
Pîştî TSK û komên girêdayî wê di 18’ê Adarê deketin navenda Efrînê şûnde gel neçar ma koçî herêma Şehbayê bike û niha di şerd û mercên giran de dijîn. Gelê ku li kampên Berxwedan û Serdemê dimînin ji ber şerd û mercên hewayî bi nexweşiyan re têdikoşin. Gelê Efrînê tevî van şert û mercan hêviya xwe winda nekirine û dibêjin wê rojekê vegerin ser axa xwe.
‘Hezkirina axê me xurt dike’
Fîdan Muhammed ku bi malbata xwe re li kampê dimîne ev tişt anî ziman: “Erdogan em ji malên me kir û bû sedema ku zarokên me nexweş bikevin. Hewaya Efrînê cuda bû. Zarokên me li vir ji ber hewayê zehmetiyan dikşînin û nexweş dikevin. Têr nekir ku zarok bên qetilkirin niha ji ber nexweşiyan jiyana zarokên me di talûkê de ye. Îro sedema xurtbûna me hezkirina me ya doz û axa me ye. Em ê tevî hemû geşedanên neyînî berxwe bidin. Gelê Efrînê 58 rojan berxwe da. Axa xwe ji çeteyan parast.”
‘Erdogan wê hesab bide dayikên Kurd’
Fatma Osman ku ew jî li kampê dijî bal kişand ser zor û zehmetiyan û got wê wisa hêsan dest ji axa xwe bernedin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber tîrêjên roja Şehbayê nexweşî çê dibin. Kurekî min çar mehî ye. Ji ber tavê nexweş ket. Dema ez li kurê xwe dinêrim ez nifiran li Erdogan dikim. Erdogan em anîn vê rewşê. Erdogan wê hesab bide dayikên Kurd.”
‘Çima dema mijar dibin Kurd her kes bêdeng dimîne’
Nazliye Cafer jî destnîşan kir ku ew bi hêvî ne ku wê di encama têkoşînê de vegerin Efrînê û ev tişt bi lêv kir: “Ez bang li hemû kesên ji xwe re dibêjin ez mirov im dikim. Li dijî dagirkirina axê bêdengî tê wateya hevkariyê. Ji ber vê yekê parêzvanên maf li ku ne? Çima dema mijar dibe Kurd her kes bêdeng e? Em jinên Kurd dibêjin ku em axa xwe nadin kesî. Em ê heta dawî berxwe bidin.”