ROJEVA 8'Ê GULANA 2018'AN
- 09:00 8 Gulan 2018
- Rojev
*Seroka Giştî ya EHP’ê Sîbel Uzun derbarê hilbijartina 24’ê Hezîranê de nirxandin kir û diyar kir ku namzetê HDP’ê yê serokomariyê Selahattîn Demîrtaş, niha di girtîgehê de ye û got ev yek şerma ‘qesrê’ ye. Sibelê anî ziman ku di tura duyem de çareseriya muxalefetê dibe ku Selahattin Demîrtaş be. BI DÎMEN
*Nurullah Dogan ê ku li Girtîgeha Hejmara 1'ê ya Xapêtê dimîne, bi hinceta silav daye hevalê xwe hat derbkirin. Dayika Nurullah Dogan, Torun Dogan diyar kir ku tevî destûra dozgeriyê heye jî, nahêlin bi kurê xwe re hevdîtinê bike û banga hestiyariyê li rayagiştî kir. BI DÎMEN
*Jinên Amedî tecrîda ku li ser Abdullah Ocalan hatiye girankirin şermezar kirin û diyar kirin ku ji bo jiyaneke azad û mayînde pêwîst e tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin. BI DÎMEN
*Pîrebokên Kampusê diyar kirin ku wê di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de xeta têkoşînê ava bikin û gotin: “Em bang li hemû jinan dikin ku ne di 24’ê Hezîranê de, di 25’ê Hezîrana ku dibe destpêka jiyanek nû xwe birêxistin bikin.” BI DÎMEN
*HDP’ê bernamerya xwe ya kampanyaya hilbijartina di 24’ê Hezîranê de pêk tê diyar kir. BI DÎMEN
*Parêzer Sevda Çelîk bertek nîşanî sînorkirina nafaqayê da û diyar kir ku ev wê şîdeta li ser jinê zêde bike û got ev pisgirêka nav malbatê çareser nake, zewacê li ser jinan ferz dikin.
BI DÎMEN
*Malbatên ku gorên zarokên wan ên HPG û YPG’yî ne, ku li Goristana Yenîkoy Asrî rastî êrîşê hatin, bertek nîşanî bûyerê dan û gotin: “Çi dixwazin? Dema vê dikin tiştek dikeve destên wan? Em ji zarokên xwe şerm nakin, em bi wan ser bilind in.” BI DÎMEN
*Mîmar Alev Şahîn a ku bi KHK’ê hat îxrackirin û ji bo vegere karê xwe ev 463 roje berxwe dide diyar kir ku heta desthilatdariyek gel a demokratîk û azad neyê avakirin wê têkoşîn bidome û got: “Ekîba dixwaze ji min xilas bibe li wir e. Ew dixwazin ez biçim û ez jî naçim.” BI DÎMEN
*Li Qoser a Mêrdînê derket holê ku zarokê bi navê A.T û 15 salî, xwişka xwe ya salekê jê biçûktir îstîsmar kiriye. Li malbata ku hewl da bûyerê veşêre û gilî nekir, doza cemawerî hat vekirin.
*Jinên Efrînê yên di encama êrîşan de neçar man koçî herêma Şehbayê bikin û li kampan dijîn diyar kirin ku piştî komkujiyê niha jî zarok ji ber nexweşiyan dimirin. Jinan bi lêv kir ku sedema vê rewşê Erdogan e û gotin wê dayikên Kurd hesab ji Erdogan bipirsin.