Êrîşên li Efrînê li kuleya saetê ya li Reqayê hatin resimandin

  • 12:04 7 Gulan 2018
  • Rojane
REQA - Li dîwarê kuleya saetê yê li Reqayê ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê  ve hatibû texrîbkirin û hat tamîrkirin êrîşên li Efrînê hatin resimandin. 
 
Li Reqaya ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (DSG) ve ji çeteyên DAÎŞ'ê hat paqijkirin, kuleya saetê ya li bajêr ji nû de hat tekorkirin. Piştî tamîrkirina dîwarê kuleya saetê li ser dîwêr wêneyên ku êrîşên li ser Efrînê hatin kirin vedibêjin hatin xêzkirin. Herwiha li ser dîwêr êrîşên Hêza Çekdar a Tirk (TSK) û OSO'yê ku 58 rojan berdewam kirin ên li ser sivîlan hatin resimandin.