Li Edeneyê jinek bi tundiya fizîkî re rûbirû hat hiştin
- 11:55 7 Gulan 2018
- Rojane
EDENE - Li Seyhanê jinek bi tundiya mêrê bi navê F.B.A. re rûbirû hat hiştin.
Li navçeya Sehanê ya Edeneyê mêrê bi navê F.B.A. jinek bi êrîşa fîzîkî re rûbirû hişt. Êrîşkarê ku hat mala jinê, bi seatan jin bi îşkenceya fizîkî re rûbirû hişt. Niştecihên li derdorê li gel dengê ku bihîstin jî hetanî serê sibehê gazî polîsan nekirin û berê sibehê polîs agahdar kirin. Polîsên ku hatin cihê bûyerê mêrê êrîşkar binçav kirin û jina ku birîndarbû jî rakirin nexweşxaneyê.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin