Li Wanê endamên TUHAD-DER'ê hatin binçavkirin
- 16:32 27 Nîsan 2018
- Rojane
WAN - Hevseroka TUHAD-DER'ê ya Wanê ku bi KHK'ê hat girtin Aynur Bagiş û rêveberê wê Çetin Uyar hat binçavkirin.
Hevseroka TUHAD-DER'ê ya Wanê ku bi KHK'ê hat girtin Aynur Bagiş û rêveberê wê Çetin Uyar, hat binçavkirin. Bagiş û Uyar ên hatin binçavkirin birin Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Wanê. Sedema binçavkirina wan nehat zanîn.
Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê jî operasyona ku navenda wê Îzmir bû li Enqere, Kocaeli, Îstanbul, Erzirom, Manisa operasyon pêk anî û gelek kes hatin binçavkirin. Di operasyonan de polîsan bi ser gelek malan de girt û gelek kes hatin binçavkirin. Polîsan di serdegirtina malan de gelek alav û amûr jî desteser kirin. Hat zanîn ku derbarê 41 kesan de jî biryara lêgerînê û girtinê heye. Di nava kesên hatin binçavkirin endam û rêveberên HDP'ê jî hene.
Kesên di operasyonê de hatin binçavkirin û navê wan hat diyarkirin wiha ne: "Abdurahman Turgal, Haydar Aradag, Ferhat Adar, Ahmet Ozel, Siddik Genç, Cengiz Karakuş û Mursel Çiftçî.