Li gundê Narîn Guran cebilxaneyên leşkerî hatin dîtin
- 13:46 19 Mijdar 2024
- Hiqûq
AMED - Wêneyên 400 çekên AK-47 keleşnîkofan û gelek cebilxaneyên ku di lêpirsîna Narîn Guran de îdîayên têkildarî depoya çekan a malbata Guran piştrast dikin, derketin holê.
Têkildarî qetilkirina Narîn Guran a 8 salî ku 21’ê Tebaxê li navçeya Rezan a Amedê winda bû û cenazeyê wê 8’ê Îlonê hate dîtin, têkîliyên malbata Guran a bi dewletê re hatibû nîqaşkirin. Dihat gotin ku têkîliya malbata Guran a bi dewleta veşartî re, heye. Hatibû îdîakirin ku ji mala malbata Guran a li gundê Çulî, çek û cebilxane derketiye.
Di gova malê de 400 çekên AK-47 keleşnîkof hatin dîtin. Li gorî nûçeya Sozcu, hat diyarkirin ku ji bo gule pas negirin û oksît nebin bi paçekî hatine pêçan, piştre ji bo cebilxaneya taybetmendiya xwe winda neke di nava qutiyên kremaya fistikê, beşek jî di nava qutiya salçeyê ya plastîk û beşek din jî di nava torbeyên arê spî de hatine veşartin.