Li Wanê endamên TUHAD-DER'ê hatin binçavkirin 2018-04-27 16:32:02   WAN - Hevseroka TUHAD-DER'ê ya Wanê ku bi KHK'ê hat girtin Aynur Bagiş û rêveberê wê Çetin Uyar hat binçavkirin.    Hevseroka TUHAD-DER'ê ya Wanê ku bi KHK'ê hat girtin Aynur Bagiş û rêveberê wê Çetin Uyar, hat binçavkirin. Bagiş û Uyar ên hatin binçavkirin birin Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Wanê. Sedema binçavkirina wan nehat zanîn.    Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê jî operasyona ku navenda wê Îzmir bû li Enqere, Kocaeli, Îstanbul, Erzirom, Manisa operasyon pêk anî û gelek kes hatin binçavkirin. Di operasyonan de polîsan bi ser gelek malan de girt û gelek kes hatin binçavkirin. Polîsan di serdegirtina malan de gelek alav û amûr jî desteser kirin. Hat zanîn ku derbarê 41 kesan de jî biryara lêgerînê û girtinê heye. Di nava kesên hatin binçavkirin endam û rêveberên HDP'ê jî hene.    Kesên di operasyonê de hatin binçavkirin û navê wan hat diyarkirin wiha ne: "Abdurahman Turgal, Haydar Aradag, Ferhat Adar, Ahmet Ozel, Siddik Genç, Cengiz Karakuş û Mursel Çiftçî.