Kongra Star li dijî tundiya li ser jinê perwerdeyê dide mêran

  • 14:15 19 Mijdar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya nêzbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan Kongra Star a kantona Hesekê dewreyek perwerdeyê ji mêran re vekir.
 
Di çarçoveya rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan de Kongra Star a kantona Hesekê dest bi perwerdeya mêran li navenda Kongra Star a kantona Hesekê kir. Di perwerdeyê de 35 mêr ji saziyên civaka sivîl, Hêzên Ewlehiyê û Trafîkê amade bûn. Mijarên ku di nava 3 rojên perwerdeyê werin dîtin, li ser zagona malbatê, nijadperestî û hevjiyana azad in.
 
‘Bi malbata demokratîk ber bi avakirina civakek azad û demokratîk ve’
 
Mijara îro li ser Zagonê Malbatê ji aliyê Endama Kordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê Ala Henteş ve hate dayîn .Ala balkişand li ser girîngiya naskirina zagonê malbatê û avakirina malbatek demokratîk û got:” Eger em bingehek demokratîk nedin avakirin emê nikaribin civakek azad û demokratîk bidin ava kirin. Ew jî di riya avakirina jin û mêrê azad e dûrî hişmendiya baviksalarî ku bi hezaran salan wan daye kolekirin.”
 
‘Vekirina perwerdeyên mêran ji mîrasê tekoşîna xwişkên Mîrabel e’
 
Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê Xalîde Botî da zanîn ku di dîrokê de cara yekem jin mêran perwerde dikin û hişmendiyê didin guhertin û wiha axaftina xwe domand: “Vekirina dewreyên mêran gaveke serkeftî ye û mîrasê tekoşîna xwişkên Mîrabel e. Em di pêvajoyeke hesas de ne ku pêwist e jin û mêr bi hev re asta têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bilind bikin û hişmendiya baviksalarî bidin guhertin. Îro em dibînin çawa mêr tevli perwrdeyan dibin û dixwazin ji vê hişmendiyê xelas bibin lewma em vê yekê bi nirx dibînin. Ji bo wê em ê weke tevgeran jinan her roj ji bo xwe bikin roja bilindkirina têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û ji bo guhertin û veguhertinê her dem di nava kar û xebatê de bin.”
 
Dewreya perwerdeyê dê 3 rojan berdewam bike.