Komeleya Nivîskarên Îranê li dij cezayê îdamê derket

  • 14:14 19 Mijdar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Nivîskarên Îranê ragihand desthilata Îranê dayîna cezayê darvekirinê ya li Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî wek amrazek ji bo çewisandina jinan û azadîxwazan bikartîne. Komeleyê bang li azadîxwaz û çalakvanên mafên mirovan kir ku li dijî kiryarên rejîma Îranê helwest nîşandin.
 
Komeleya Nivîskarên Îranê bi boneya pêncemîn salvegera serhildana Mijdara 2019’an daxuyaniyek parve kir.
 
Komeleyê di beşek ya daxuyaniya xwe de îşaret bi cezayê darvekirinê yê ku rejîma Îranê li girtiyên siyasî Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî biriye kir û got: “5 sal di ser xwepêşandanên Mijdara 2019’an re derbas dibin ku hemwextê dayîna cezayê darvekirinê ya li du girtiyên siyasî yên Kurd Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û şeş çalakvanên din ên tevlî serhildana jin jiyan azadî bûne ye."
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku desthilata îranê bi dayîna cezayên darvekirinê ya li Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî dixwaze wek amrazekê ji bo çewisandina jinan û azadîxwazan bikartîne.
 
Her wiha bang li azadîxwaz û çalakvanên mafên mirovan hat kirin ku li dijî kiryar û çewisandinên rejîma Îranê helwest nîşandin.