Li ser cenazeyan şopên îşkenceyê
- 16:51 24 Nîsan 2018
- Rojane
EDENE - Malbatên HPG’iyên li Amanosê di pevçûnên cûda de jiyana xwe ji dest dan ku ji bo teşhîskirina cenazeyan çûn morgê, diyar kirin ku cenazayên şewîtî û parçe parçe bûne dîtine.
Cenazeyên 17 HPG’îyên li Çiyayê Amanosê di mehên Adar û Nîsanê di pevçûnên derketin de jiyana xwe ji dest dane ji bo karê otopsiyê anîbûn Morga Saziya Tîpa Edlî ya Edeneyê. Ji 17 cenazeyan, malbata 3 HPG’iyan piştî cenaze teşhîs kirin cenazeyên zarokên xwe girtin û defin kirin. 10 cenaze di 22’yê Nîsanê de, li goristana bêkesan hatin definkirin. Gelek malbatan îro, ji bo cenazeyên zarokên xwe teşhîs bikin çûn morgê û testa mînaka xwînê dan.
Malbata endamê HPG’ê Bariş Er ji wêneyên ku Saziya Tipa Edlî kêşandibûn, cenazeyê kurê xwe teşhîs kir. Hat diyar kirin ku cenazeyê Bariş li goristina bêkesan hatiye defin kirin û dê bi biryara dozger ji gorê derbixin û teslîmî malbatê bikin. Dema malbata Bariş, cenazeyê kurê xwe bigirin wê bibin li Sêrtê defin bikin.
Malbatên ji bo teşhîsê çûn morgê, diyar kirin ku li ser cenazeyan şopên îşkence û şewatê hene û hin cenaze jî hatine texrîbkirin.
Li aliyekî din ve jî, hat zanîn ku li Saziya Tipa Edlî ya Osmaniyê 6 cenazeyê HPG’iyan hene.