Ji bo zarokên Efrînê çalakiya 'Ez çûm pêlava min ma'

  • 11:07 21 Nîsan 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Leverkûsen ê Elmanyayê ji bo zarokên ji aliyê dewleta Tirk û komên girêdayî wê ve hatin qetilkirin çalakiya ‘Ez çûm Pêlava min ma’ hat lidarxistin.
 
Li bajarê Leverkûsen ê Elmanyayê bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Nûdayê ji bo bîranîna zarokên li Efrînê hatin qetilkirin çalakiya ‘Ez çûm Pêlava min ma’ hat lidarxistin.
 
Çalakî şevê din li Kolana Qerebalix a Rathaûsgalerîe de hat lidarxistin. Li cihê çalakiyê navê zarokên ku ji aliyê dewleta Tirk û komên girêdayî wê ve hatine kuştin, dowîz û pêlav hatin daleqandin
 
Di çalakiyê de jinan devê xwe bi banda reş girtin û bi zimanê Elmanî behsa êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê kirin.